Pirtûkxaneyek ji pêrtûkên ji nav gemarê kom bûne hat vekirin

Li Enqereya Tirkiyê cara yekem ji aliyê karkerên paqjiyê ve pirtûkxaneyek tê avakirin û pirtûkên li pirtûkxaneyê jî ji nav gemaran bi destê karkeran ve hatin komkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Enqereya Tirkiyê cara yekem ji aliyê karkerên paqjiyê ve pirtûkxaneyek tê avakirin û pirtûkên li pirtûkxaneyê jî ji nav gemaran bi destê karkeran ve hatin komkirin. Di pirtûkxaneyê de 3 hezar û 600 pirtûkên ji hev cudatir cîh digirin.

Ev avahiya ku tê dîtin li Enqereya paytexta Tirkiyê febrîqaya tuxleye ku beşeke wê kirine pirtûkxane, lê belê avakirina vê pirtûkaxaneyê li gor ên din gelek ciyawaz e.

Bi giştî 3 hezar û 600 pirtûkên ku ji nav çop û gemaran bi destê karkerên paqijiyê ve hatine komkirin ev pirtûkxane hatiye avakirin. Bi vê taybetmendiya xwe jî li Tirkiyê yekem pirtûkxane ye.

Damezrînerê vê projeyê Emîr Alî Urtekîn amaje dike pirtûkxane bi keda karkeran hatiye damezrandin. Urtekîn dibêje, li ber çavê hin kesan tiştekî ku wek gemar tê dîtin li ber çavê hin kesan gelek bi qedr û qîmet e.

Emîr Alî Urtekîn ji K24ê re wiha axivî: “Em hemû dizanin ku li ser çop û gemaran pirtûkên avêtinê hene. Piştî ku me wisa pirtûk li ser çopan dît, ez û karkerên şantiyeyê bi hevre şêwirîn û me got em dikarin çi bikin? Li ser vî fikrê ev pirtûkxane hate damezrandin. Li gorî min pirtûk gelekî bi qedr in û hûn dikarin li vir jî pirtûkan bixwînin û hûn dikarin ligel xwe bibin li mala xwe jî bixwînin.”

Di pirtûkxaneyê de ji romanên klasîk yên cîhanî bigrin heta helbest û pirtûkên zarokan hene. Karkerên li şantiyeyê dixebitin jî dema ku vala dibin berê xwe didin pirtûkxaneyê.

Karker û Berpirse Pirtûkxaneyê Eray Yilmaz dibêje: “Bivê nevê halê pirtûkên ku ji ser çopan tên komkirin û piştî ku tên vir ne wekî hev in. Ev der ji bo me û ji bo gel cihekî girîng e. Ji ber ku keda min jî di vê projeyê de heye ez kêfxweş im.”

Karker Alî Çetîn jî got: “Em demên xwe yên vala li pirtûkxaneya xwe derbas dikin û ligel hevalên xwe pirtûkan dixwînîn. Di hundirê şantiyeyê de hebûna pirtûkxaneyekê ji bo me gelekî baş e.”

Digel pirtûkan, ref, kursî û maseyên ku bi destên karkeran ve li nav çopê hatine komkirin û piştre hatine nûkirin jî hene.

Karker û berpirsên pirtûkxaneyê hewl didin hejmara pirtûkan zêdetir bikin.