Li Enqerê 11emîn pêşangeha pirtûkan

Li Enqerê cara 11em e ku bi dehan weşanxane bi hezaran pirtûkan derdikevin pêşberî enqereyîyan. Di nava Tirkiyê û derveyî Tirkiyê bi dehan nivîskar di fuara pirtûkan de tên bal hev û pirtûkên xwe îmze dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Enqerê cara 11em e ku bi dehan weşanxane bi hezaran pirtûkan derdikevin pêşberî enqereyîyan. Di nava Tirkiyê û derveyî Tirkiyê bi dehan nivîskar di fuara pirtûkan de tên bal hev û pirtûkên xwe îmze dikin.

Fuara ku wek fuara yekem ya sala 2017an tê dîtîn li bajarê Enqera paytexta Tirkiyê li ATO Congresiumê tê lidarxistin. Di fuarê de bi 450 rêze çalakiyan hem ji nava Tirkiyê hem ji derveyî Tirkiyê bi beşdarîbûna nivîskar, helbestvan û rojnamegerên navdeng îmzekirina pirtûkan tê kirin. Hersal di vê fuarê de nivîskarên biyanî wek mêvan beşdrî fuarê dibin. Îsal jî ji welatên Qirxizîstan û Rûsyayê nivîskar bi berhemên xwe beşdarî di fuarê de kirin.  Di serî de li Stenbol û Enqerê tevahiya bajarên Tirkiyê 250 weşanxane bi 10 hezar pirtûkan beşdarî fuarê dibin. Ji pirtûkên dîrokî û mîtolojîk bigrin heta yên çîrokên efsûnî, pirtûkên ku behsa siyaseta Tirkiyê dikin û pirtûkên helbestan raberî Enqereyîyan tê kirin. Di fuarê de pirtukên ku herî zêde bala Enqereyîyan dikşîne jî pirtûkên helbestan in.

Helbestvan Şûkrû Erbaş jî sedema vê yekê wek rewşa awarte ya niha Tirkiye tê de ye dîbîne û dibêje ku êdî tenê helbest êşa dilê welatiyan aşt dike. Herwiha Erbaş ji K24ê re axivî: “Niha li Tirkiyê di warê siyasî, çandî, civakî û aborî de tu diyardeyên baş nîn in û di rewşek gellek xeter re em derbas dibin. Xwendevan jî di van deran de hindik be jî bêhna xwe vedikin û bi xwendina helbestan xwe ji gengeşî û aloziyan rizgar dikin. Pêwîst e çalakiyên bi vî rengî li seranserê Tirkiyê pêk bên da ku welatî bêhna xwe berdin”

Di fuarê de beşek jî ji bo kevnefiroşên pirtûkan hatiye terxankirin û di vê beşê de jî 25 pirtûkxaneyên ku pirtûkên kevin difiroşin, berhemên cûr be cûr û dîrokî pêşkêşî xwendevanan dikin. Ligel pirtûkên kevin di vê beşê de plag û bandên salên 1980an de hatine duristkirin jî tên firotin. Herwiha her çiqas di nava welatiyan de metirsî û gumana teqîn ango êrîşeke çekdarî hebe jî eleqeyeke mezin nîşanî fuarê dan û di vê fuarê de derfeta dîtin û kirîna pirtûkên nûjen û kevin bi hev re bi dest xistin. 

Rayedarên fuarê amaje pê kirin ku sala borî 300 hezar welatiyan serdana fuarê kiribûn û îsal hêvî dikin ku 350 hezar welatî bên fuarê. Herwiha fuara pirtûkan ya ku 6ê Rêbandanê hate vekirin wê heta 15ê Rêbendanê, di navbera saetên 10:00 sibê heta 21:00 şevê vekirî bimîne.