Hunermend Bavê Reid: Guhdana bi folklor kêm dibe

Hunermenê Kurd Şefîq bavê Reid di temenê xwe de 70 salî ye û ji beriya 20 salî ve nema di aheng û şahiyan de stranan dibêje, nuha bi tena xwe dijî û bi çêkirin û çakirina alavên mûzîkê debara jiyana xwe dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Hunermenê Kurd Şefîq bavê Reid di temenê xwe de 70 salî ye û ji beriya 20 salî ve nema di aheng û şahiyan de stranan dibêje, nuha bi tena xwe dijî û bi çêkirin û çakirina alavên mûzîkê debara jiyana xwe dike.

Piştî jiyaneke hunerî ku bêhtir ji 45 salî dirêj e, hunermendê strana folklorî yê bi nav û deng Şefîq bavê Reid di nava saz û bîranînan di tenahiyeke bêdeng de dijî. Mîna piraniya hunermendên folklora Kurdî bavê Reid bi guhdarîkirina stranên Yûsivê Çelebî û hezkirina saza folklorî, di temenê 15 saliyê de dest bi hunera folklorî di aheng û zemawendên Kurdî de kir.

Di riya karê xwe re hunermend Şefîq bavê Reid alîkarî bi gelek hunermendên Kurd re kiriye û pê re ahengên zemawendan birêve birine mîna Seîd Gabarî, û Mihemed Şêxo, herwiha bandora xwe li hemû zarokên xwe kir û ew jî bûne hunermend, ku mala wî bû mîna peymangeheke mûzîkê. Piştî vî temenê dirêj, û tevî nexweşiya wî jî, lê bavê Reid ji hunerê dûr neketiye û di mala xwe de alavên mûzîkê çê dike û çak dike ku debara jiyana xwe bi wan dike.

Li ser dirêjahiya 45 salan ji hunera gelêrî, hunermend Şefîq di dehên zemawendan de sitrandiye û bêhtir ji 10 kasêtan sitranên folklorî tomar kirine. Bavê Reid dibêje ku pêwîst e hunera folklorî winda nebe, û bi her awayî bête tomar kirin û parastin, nemaze ku di van deman de guhdana bi folklor kêm dibe bi taybet di nava nifşê nû de.

Dengbêjên folklorî mîna hunermend Şefîq Bavê Reid di nava civaka Kurdî de kêm bûne û di gel karîn û guhdana kêm ji saziyên têkildar, hunera folklorî tenê di navbera dîwarên sar de dimîne, lê yên wek apê Şefîq di şevbuhêrkan de vê hunerê vedijînin.