Roja Zimanê Zikmakî yê Cihanê û rewşa zimanê Kurdî

Li Tirkiyê bi dehan netew û zimanên cuda hene. Ji van zimanan gelek an hatine jibîrkirin an jî di astake xeter de ne. Zimanzan û akademisyen bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cihanê rewşa zaraveyên Kurdî û zimanên din nirxandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Tirkiyê bi dehan netew û zimanên cuda hene. Ji van zimanan gelek an hatine jibîrkirin an jî di astake xeter de ne. Zimanzan û akademisyen bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cihanê rewşa zaraveyên Kurdî û zimanên din nirxandin.

Di sala 1999an de UNESCO, ji bo pêşî li ber mirin û windabûna zimanan bigire, 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ragihand. Taybetmendiya 21ê Sibatê jî li bûyereke taybet a sala 1961an tê. Hin xwendevanên Bangladeşî li Hindistanê ji bo fermîbûna zimanê dayîkê xwepêşandanekê li dar dixin û di vê çalakiyê de 11-12 kes tên kuştin, loma jî ev wekî bûyereke taybet derbasî dîrokê dibe. Gelek welatên cihanê zêdetirîn jî gelên bindest wateyeke mezin didin vê rojê. Li welatekî mîna Turkiyê jî gelek zimanên cuda yên wek; Kurdî, Çerkezî, Lazî, Pomakî, Sûryanîkî û yên din hene. Lê tenê Tirkî esas tê girtin, ji ber vê yekê jî zimanên din an dimirin an jî li ber mirinê ne.

Zimanzan û Prof. Dr.Ozgur Aydin bal kişande ser pirzimaniya li Tirkiyê û got; ev ziman dewlemendiya Tirkiyê ne û dive Tirkiye li wan zimanan xwedî derkeve. Aydin ji K24ê re wiha anî ziman: "Li Cîhanê 200 welat henê lê belê nêzikî 7 hezar ziman jî hene. Li Trkiyê niha 37 ziman tên axaftin. Li derdorê 10 zimanan jî bi windabûnê re rû bi rû ne. Di warê çandê de li welatekî zêdebûna zimanan dewlemendiyeke mezin e. Roja zimanê zikmakî ji bo Kurdan jî giring e, ji ber ku her çiqas zaravayê Kurmancî pêşketî be jî zaravayê Dimilî li ber windabûnê ye."

Li gorî lêkolînên UNESCOyê yên sala 2009an, li tevahiya Dinyayê jê 18 li Tirkiyê 2500 ziman di bin xeteriyê de ne û Kurdî jî di nav vê lîsteyê de ye. Bi taybetî jî zaravaya Dimilî bi tunebûnê re rû bi rû ye.

Mamosteyê Zimanê Kurdî Îhsan Kandemîr jî dibêje ji ber ku Zaraveya Kurmancî zêde tê axaftin îro xetereya wê zêde nîn e, lê rewşa Dimilî pir xetere ye û divê ev kêşe bê dîtin.

Kandemîr dibêje: "Heta 2 -3 sal berê hûn dizanin komeleyên zimanê Kurdî hebûn. Mîna Kurdî Der, Kurd Der û Enstûtiya Kurdî. Lê belê îro di vê Rewşa Awarte de ev komele hatin girtin. Belê îro di zimanê Kurdî de hin pêşketin çêbûne, lê belê mixabin hîna jî di perwerdehiyê de ne serbest e. Em dixwazin di pêş dibistanan heta zankoyan ev ziman bê bikaranîn."

Bi boçûna zimanzanan ji bo têkneçûna ziman divê gel li zimanê xwe xwedî derkeve. Pispor dibêjin ev yek jî bi tena serê xwe ne bes e. Divê dewlet jî piştevaniyeke xurt bide wan zimanên li ber têkçûnê. Pêwîst e bo wan zimanan şahiyên ahengî li dar bikevin da ku bi wan zimanan hilberîn bê pêkanîn. Pispor diyar dikin ku xwedî lêderketina bo zimanên li ber têkçûnê divê ne tenê di van rojên taybet de, her tim

berdewam be. Bi rayeya pisporan sosreteke mezin e ku li Tirkiyê ji 20 milyonî zêdetir Kurd hene lê zimanê wan nebûye zimanekî fermî.