Çîroka stranên Kurdî ku kirine Tirkî

Awaz û gotinên Kurdî bêguman bandoreke baş li ser pêşketina zimanê Kurdî kirine. Gelek stranên Kurdî hene ku qala evîn, welat û lehengiyê dike. Lê ev klamên Kurdî li Tirkiyê niha weke Tirkî di nav civatê de hatine belavkirin.

K24 -Stenbol

Awaz û gotinên Kurdî bêguman bandoreke baş li ser pêşketina zimanê Kurdî kirine. Gelek stranên Kurdî hene ku qala evîn, welat û lehengiyê dike. Lê ev klamên Kurdî li Tirkiyê niha weke Tirkî di nav civatê de hatine belavkirin.

Stranên "Ey Niştîman" a Hesen Zîrek, "Rabe Cotyar" a Tehsîn Taha, "Çiya bi berf  û duman e" ya Şivan Perwer û "Min tu dîtibû" her wekî din gelek stranên Kurdî hene ku kirine Tirkî.

Di sala 1967an de şandeke ji saziya kanala radyo û televîzyona Tirk (TRT) ji bo berhevkirin û qeydkirina stranên Kurdî diçin gund û bajarên Kurdistanê. Armanc ew e ku hemû deng û awazên li welêt, bo Tirkî bên wergerandin û tomar kirin. Li gor rayedarên wê çaxê, ji bo avakirina yekitiya siyasî xebateke wiha pêwîst dikir. Tenê ji bajarê Rihayê 300 klamên Kurdî hatine komkirin û bi zimanê Tirkî hatine gotin.   

Ya balkêş jî ew e ku stranên Kurdî bi alîkariya hunermendên Kurd bi zimanê Tirkî hatine tomarkirin. Îbrahîm Tatlıses, Burhan Çaçan, Îzzet Altınmeşe, Celal Guzelses, Nurî Sesîguzel çend ji wan stranbêjan in ku stranên Kurdî bi Tirkî gotine.

Şahîdê wê çaxê Muslum Yuce li ser mijarê wiha dibêje: "Kesên wek Îbrahîm Tatlıses, Burhan Çaçan stranên Kurdî bi zimanê Tirkî gotin lê paşê pir poşman bûn. Wê çaxê ji bo pereyan tişteke wiha kirin."

Nivîskar û lêkolîner Muslum Yuce dibêje; di salên 1990an de ew pê hesiyan ku ew stranên Kurdî ne lê kirine Tirkî: "Dema min rojnamevanî dikir me ew kes eşkere kirin û rê li ber wan girt. Hem zimanê Kurdî hem zimanê Tirkî baş dizanîbûn loma bi van hunermendan ev kar didan kirin. Wan jî pir dixwestin ku bibin navdar û loma stranên Kurdî wek Tirkî di nav civatê de gotin."

Di dîrokê de jî xuya dike ku polîtikayên pişaftinê di warê çand û zimanê de rû didin. Jiber welatên wek Brîtanya, Amerîka û Fransa dema hinek welat dagir kirine ji bo asîmîlasyonê li wan welatan pêşî zimanê xwe dane axaftin. Li Tirkiyê jî gelek caran ji bo rewşenbîr, hunermend û nivîskarên Kurdan "Tirkê bi eslê xwe Kurd e" tê gotin. Di vê gotinê de bandora polîtikayên pişaftinê ya serdestan heye.