Li Tirkiyê di sala 2017'an de 171 pirtûkên bi Kurdî hatine çapkirin

Li Bakurê Kurdistanê, hem ji ber pergala pişaftinê ya bi salan û hem jî ji ber Rewşa Awarte, xwendina pirtûkên Kurdî di rewşeke xirab de ye. Nivîskar amaje dikin ku dema desthilatdarî ne di destê Kurdan de be, ev rewş dê xirabtir jî bibe.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê, hem ji ber pergala pişaftinê ya bi salan û hem jî ji ber Rewşa Awarte, xwendina pirtûkên Kurdî di rewşeke xirab de ye. Nivîskar amaje dikin ku dema desthilatdarî ne di destê Kurdan de be, ev rewş dê xirabtir jî bibe.

Li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê eleqeya ji bo xwendina pirtûkên Kurdî her ku diçe qels dibe û ev yek xwe di daneyan de jî dide der. Li gorî lêkolînan di sala 2017'an de 171 pirtûkên bi Kurdî hatine çapkirin û ev reqem di sala 2016'an de 190 bûye. Ev yek  nîşan dide dema ku daxwaza pirtûkên bi Kurdî kêm bibe, hejmara çapkirina pirtûkên bi Kurdî jî dadikeve. Lêkolînerê vê xebatê û Edîtorê malpera Diyarnameyê Cemîl Ogûz amaje dike ku sedemên cûr be cûr ên vê rewşê hene.

Lêkolîner Cemîl Ogûz ji K24ê re wiha axivî:"Dema ku şer hebe rêjeya xwendinê dikeve û dema ku aramî hebe  jî rêjeya xwendinê bilind dibe. Sala 2014'ê bêdeng bû di wê salê de 250 pirtûkên bi kurdî hatin çapkirin, ev hejmar di dîroka Kurdistanê de hijmareke girîng bû."

Li Bakurê Kurdistanê hem ji ber pergala bişaftinê ya bi salan û hem jî ji ber Rewşa Awarte, hişmendiya xwendina pirtûkên bi Kurdî lawaz e. Nivîskar Şêxmûs Sefer vê yekê bi derfetên xwendin û perwerdehiya bi zimanê dayîkê ve girêdide.

Nivîskar Şêxmûs Sefer dibêje: "Heta ku Kurd di welatê xwe de nebin desthilatdar û zimanê kurdî nebe zimanê fermî ev rewş dê berdewam be. Divê zarokên Kurd wekî hemu zarokan dema ku serê sibê radibin biçin dibistanên bi zimanê Kurdî de perwerdeyê bibînin."

Nivîskar û lêkolîner balê dikişînin ku hişmendiya ji malbatê dest pê dike jî di xwendina pirtûkên bi Kurdî de girîng e û divê dayîk û bav ji biçûkatiyê ve nivîskarên Kurd  û pirtûkên bi Kurdî bi zarokên xwe bidin naskirin da ku ev hişmendî û berpirsiyarî mayînde bibe.