Di xwendina pirtûkan de Hindistan di rêza yekem de ye

Di xwendina pirtûkan de Hindistan li cîhanê di rêza yekem de tê

K24 – Navenda Nûçeyan

Di xwendina pirtûkan de Hindistan li cîhanê di rêza yekem de tê. Her welatiyek Hindistanê di hefteyekê e bi giştî 10 saet û 42 deqîqeyan pirtûk dixwîne.

Di rêza duyem de Tayland tê û di hefteyekê de dema xwendinê 9 saet û 24 deqîqe ye. Rêza sêyem Çîn e û welatî 8 saetên xwe didin xwendina pirtûkan.

Rêza Çarem Filîpîn (7 saet û 36 deq), Rêza pêncem Misir ( 7 saet 30 deq), Rêza şeşem Çekya (7 saet 24 deq), Rêza heftem Swêd (7 saet 6 deq), Rêza heştem Fransa (6 saet û 54 deq), Rêza nehem Hungaria (6 saet û 48 deq) û Rêza dehem Erebistana Siûdî (6 saet û 48 deq) ye…

 

 

C.B