Pêşangeha bi navê "Melek Tawis a 74an" hat vekirin

Yek pêşangehên herî berfireh a li ser Êzdiyan li Stenbolê ji aliyê xwendekarekî Kurd ve hat vekirin. Pêşangeha bi navê "Melek Tawis a 74an" hat lidarxistin balê dikêşîne ser kultir û fermanên li ser Êzdiyan.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Yek pêşangehên herî berfireh a li ser Êzdiyan li Stenbolê ji aliyê xwendekarekî Kurd ve hat vekirin. Pêşangeha bi navê "Melek Tawis a 74an" hat lidarxistin balê dikêşîne ser kultir û fermanên li ser Êzdiyan.

Delîl Tarımê 26 salî yê ji Hezexa Şirnexê ye, wek xwendekarekî Kurd yekem car e bi pêşangeha xwe ya takekesî ya nîgaran derdikeve pêşberî hunerhezan. Ev pêşangeha ku bi temamî ji tablo û nîgarên li ser Êzdiyan pêk tê bi vê taybetmendiya xwe li Stenbolê yek ji wan pêşangehên herî berfireh a der barê çand, bîr û baweriya Êzdiyan de ye.

Nîgarkêşê Kurd ku bi xwe Sune û Misilman e, pêşangeha xwe bi navê Melek Tawis a 74an li dar xistiye balê dikêşîne ser fermanên Êzdiyan.

Nîgarkêş Delîl Tarim li ser pêşangehê ji K24ê re got: “Di dîrokê de Êzdî gelek şkence û zilm dîtin û 74 caran ferman li ser wan hatin rakirin. Loma min navê pêşangehê kir 74 çimkî ev jenosîdek e ku hatiye li ser Êzdiyan. Min bi xwe jî çîroka gelek Êzdiyan ku dema ji zilma DAIŞê reviyan xwe spartibûn Şirnexê guhdar kiribû m û di tesîra wan de pir mam ev tesîr jî bû wesîleya destpêkirina xebateke wiha.”

Wêneya Nadia Murad a xwediyê xelata Nobelê ku li Şingalê ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin û bi şkenceyan re rû bi rû mabû di pêşangehê de cîh girt.

Delîl Tarim got: "Nadia Murad kesek Kurd bûye sembol li cîhanê. Bi malbata xwe re gelek tehde ji DAIŞê dîtin. Bêyî wê pêşangehek kêm dibû loma min wêneyê wê jî amade kir."

Tav, kevok, melek tawis ku di kultura Êzdiyan de wek sembolên girîng tên zanîn bi şêwazên hunerî û ciyawaz hatin xêzkirin ku bala hunerhezan jî kişand.

Xwendekar Tofan Simbil: "Êzdî 74 caran bi komkujiyan re rû bi rû mane. Ji vê aliyê ve nav û naveroka pêşangehê gelek girîng e. Dema em li pêşangehê dinêrin, sembol û îmgeyên Kurdewarî dibînin. Piranî der barê jinan de xebatek hatiye kirin. Kevok û porên jinên Êzdî bala me dikêşîne. Bi temamî hewayeke Kurdî di vê pêşangehê de heye."

Muzîkjen Hale Ege: "Bi destê xwendekarekî evqas tabloyên gelek xweş hatine amadekirin û hemû jî ji hev xweştir in pêşangeheke gelek serkeftî ye."

Xwendekar Sedat Orhan: "DAIŞê gelek zext û zordarî li jin û zarokên Êzdiyan kir. Dem amin ew wêne dîtin, gelek hestyar bûm."

Nîgarkêşê Şirnexî hewl dide bi rêya hunerê çand û kultira Kurdan nîşanî hemû dinyayê bide, armanca wî ew e ku di mehên bê de li Londona Brîtanyayê pêşangeheke bi vî awayî veke lê ji bo vê sponsorek jê re lazim e