Li Enqerê Festîvala Fîlmên Kêmendaman

Ji bo kêmendaman li Enqerê Festîvala Fîlman hate organîzekirin. Bi mebesta ew kesên ku bi astengiyan re rû bi rû dimînin jî fersenda temaşekirina fîlman bibînin hemû fîlm li gorî kêmendaman hatin amadekirin û welatî bi vê çalakiyê kêfxweş bûn.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Ji bo kêmendaman li Enqerê Festîvala Fîlman hate organîzekirin. Bi mebesta ew kesên ku bi astengiyan re rû bi rû dimînin jî fersenda temaşekirina fîlman bibînin hemû fîlm li gorî kêmendaman hatin amadekirin û welatî bi vê çalakiyê kêfxweş bûn.

Ji sala 2013an vir ve li paytexta Tirkiyê Enqerê ji bo kêmendaman ‘Festîvala Fîlmên Bêasteng’ tê lidarxistin. Di festîvalê de gelek fîlmên nû yên Tirkiyê û navneteweyî li gorî kêmendamên wek; kor, kerr û ortopedîk hate dîzaynkirin. Festîval heta niha tenê li Enqerê bi rê ve diçû, lê îsal bajarên wek Eskîşehîr û Stenbolê jî hate organîzekirin û her ku diçe jî bandora xwe zêdetir dike. Armanca çalakiyê ew e ku kesên kêmendam jî ligel civakê bi awayekî wekhev bijîn û ji mafê xwe yê hunerî bêpar nemînin.

Organîzator Ezgî Yalinalp ji K24ê re wiha axivî: “Em ê êdî bi awayekî seyare tevdigerin da ku bigihîjin gelek kesan. Dema ku navê festîvalê tê bihîstîn her kes wisa dizane ku tenê fîlmên derbarê kêmendaman de tên pêşandan, lê ne wisa ye. Em fîlmên nû ji bo têgihîştina kêmendaman dîzayn dikin û piştre jî reberî wan kesên astengdar dikin ku ew jî ji wî mafê xwe yê hunerî sûd wergirin. Festîvala me dengvedide û em nêrînên gelek erênî werdigirin.”

Di festîvalê de ji bo kesên kor di fîlam de pêşdarkirina deng, bo kesên kerr jî zimanê nîşeyî û binnivîsa kitekitî tê kirin. Herwiha bo kêmendamên ortopedîk jî wargehên sînemayê tên dirûstkirin û bi saya van yekan gelek kêmendam cara yekem fîlm temaşekirin û gelek jê kêfxweş man.

Welatî Şerîfe Ekmekçî dibêje: “Min fîlm temaşe kir û gelek xweş bû. Em dixwazin festîvalên bi vî rengî zêde bibin. Gelek rehet bû, me hewceyî nedît ku em ji tu kesî naveroka fîlm bipirsin. Berê ez li ber xwe diketim û di meraqan de dimam, lê îro tiştekî bi vî awayî rû neda.”

Cafer Ekmekçî jî got: “Ez spasiyan dikim ji bo kesên ku keda wan di vê çalakiyê de derbas bûne. Min di jiyana xwe cara yekem fîlmek hem bi hêsanî temaşe kir û hem jî jê fêm kir. Ez îro têgihîştîm ku festîvalên bi vî rengî bo me gelek giring in û mafê me ye jî ku em ji hunerê sûd wergirin.”

Festîval li Tirkiyê di warê xwe de yekemîn e û ev 5 sal e tê lidarxistin. Festîvala ku di 18ê Gulanê de dest pê kir û di 23ê heman heyvê de bi dawî bû, li gelek cihên cuda yên Enqerê jî hate pêşandan.