Pirtûkxane Rojbûyina Serokê millî Mela Mistefa Barzanî

Rojbûyina Serokê millî Mela Mistefa Barzanî

Ji aliyê: Şakir Epozdemir
Barzanîyê Mazin, Generalê Cumhuriyeta Mahabad ê. Mistefa Barzanî... Qehremanê sedsala 20'an, pêşkêşê doza Kurdan; 14 yê Adara 1903, li Gundê Barzan, çavên xwe li dinyayê vekir.

Kurê Şêx Muhemmed nevîyê Şêx Ebdilselamê Xelifeyê Mawlana Xalid e. Hê 4 salî Osmaniyan (1907ê da) bi malbatî wana li Bajarê Musilê hepis kir, ew jî bi dayika xwe va bu mêvanê hepsê. Piştî hepsê sirgun bûn, ew jî bi malbatê va çu sirgun ê.

Mala wan malbata wan ji berêva xîretkêş bûn e. Pêşîyên wan dighêjine Mîrên Amedî yê. Mîrin, Mezinin, Rêberin, Esilmendin.

Şeref Xan dibêje: “- Mîrên Hekarya, yên Amêdîyê û Mîrên Kilîsê ( malbata Canpolatan) 3 bira nin.

Mîrê Hekarya Şemseddine lewra ji wana ra “ Şembo “ tê gotin, ew Şemboyî nin. Mîrê Amediyê Bahaddine ji wana ra jî “Behdîn “ dibêjin, Mîrê Kilîsê Menteşa ye ji wanara jî “Mendî” dibêjin.

“Şembo, Behdin û Mendî” 3 biranın û ev 3 malbat bune hakimê 3 statuyên Kurdistan ê. ( Şerefname - Hesed yy. çap 4. Per 248 M. E. Bozarslan )

Di serê vê malbatê da dewlet hey e. Ew her dixwazin xwe bi xwe idare bikin. Rihê wan esaretê napejirîn ê. Ew bi miletê Kurd bawerin. Dizanin ku milletê Kurd xwedan esalet û cesaret û şeref e.

Mela Mistefa di nava şerê azadiya Kurdistanê da mezin bû. Birayê wî yê mezin Ebdilselam Barzanî ji terefê Osmaniyan va sala 1914 li bajarê Musilê hate idamkirin.

400 salbûn di Tifaqa Kurd û Osmaniyan da ew cara yekemin bû ku lidereke Kurd, mazinêkê Kurd bête idam kirin. (*)

Mistefa Barzanî cesedê birayê xwe Şêx Ebdisselam li bajarê Musilê bi sêdarê va dît û sözeke dîrokî da xwe got:

“- Li serê çiyayên Kurdistanê ez xwe teslîmê gur û rawilan bibkim, xwe teslîmî dijmin nakim.”

Li ser sozê xwe ma heya dawîyê. Teslim nebû û di tû şert û mercî da xwe neşkênand. Serê miletê Kurd pê bilinde.

Ew hê 16 salî çu hawara Şêx Mehmudê Berzencî.

Gava çu hawara Qazî Mihemed 43 salî bû.

Şerê Tirk û Ecem û Ereban kir. Şerê dewleta Britanya kir, di şerê nav xwe da bi 4 eşirên dora Barzan ra bi salan û salan micadele kir. Jiyana wî ya 76 salan di ber Kurdan da, di riya rêbaza Kurdistanê da derbaz bû.

Rêbaza wî divê her dem rê û rêbaza me bî. Rêbaza Mela Mistefa riya heqîqetê, edaletê, şeref û heysiyetê ye.

Riya Generalê mahabadê rêka serbilindîyê, serfirazîyê û şehnazîyê ye.

Cîyê wî di nava Nura Xweda da bî. Ew û pêşmergeyên xwe û hemî şehîdên Kurdistanê Cennet Mekan bin. 14.03.2016 – Ankara

Şakir Epozdemir
Lêkolînêr - Nivîskar

(*)-Seyid Elî, Şêx Şabedin, Mihemed Şîrîn bi 28 şervanên benda azadiya Kurdistanê va li Bajarê Bedlîsê 27 - 28 ê Nisana 1914 yê hatine dardakirin. İttihatçiyan bi Şêxên Hizan û Barzan dest bi idamê kirin. Hedisa Bedlîsê bi navê “ hedîsa Mela Selîm” jî tê bi navkirin.