Şêwekaran tabloyên xwe li Mûzexaneya Kobanê pêşan dan
K24 – Kobanê
Grûpek ji şagirtên şêwekariyê bi rêveberiya mamostiyê xwe pêşengehek di nav Mûzexeniya Kobanê lidar dixin, ku dê 2 rojan tabloyên xwe pêşan bidin.
Pêşengeh ji aliyê mamûsteyê şêwekariyê Mihemed Şahîn bi rê ve diçeû dê di heyama 2 rojan berdewam bike. Tê de 12 şagirt bi 32 tabiloyan başdar dibin.
Ev şagirt ji heyama 7 mehan ve fêrî şêwekariyê dibûn û bi boneya serkeftina wan, pêşengeh hat lidarxistin, ta ku moralên wan bilind bibin û di şêwekariyê de berdewam bikin.
Li gor şêwekar Mihemed Şahîn, armance wî ji pêşengeha di mûzexenê de ew e, ta ku balê bikişîne ser eşa Kobanê, şerê û wêraniyê, herwihe nîşan bide ku berî ev bajar wêran bibe, jiyan li vir hebû.
Berî nihe gelek pêşengeh li Kobanê piştî şer hatibûn lidarxistin, lê ev yekemîn car e pêşengehek di nav wêraniyê de tê li darxistin.