Wey Lê Hawarê… Dewletbûn e Vê Carê

Hunermendên Êzidî Klîpeke nû bo referandûm û serxwebûna Kurdistanê tomar kirine û daxwaza beşdariya Êzidiyan di referandûmê de dikin, ta ji karesat û êşan dûr bikevin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Tehsîn Xidir Feqîr, Elî Xidir Feqîr, Edewiye Şêxanî û Ferset Xezalî ligel korsa Tîpa Hunerî ya Şarya, klîpeke nû bo referandûm û serxwebûna Kurdistanê tomar kirine û daxwaza beşdariya Êzidiyan di referandûmê de dikin, ta ji karesat û êşan dûr bikevin.

Wey Lê Hawarê Dewletbûn e Vê Carê, staranek e bi awaza folklorî ya çiyayî Şingalê ye û berhemhênana Şêx Şamo ye.

Naveroka klîpê, derbirîna hêvî û daxwaza Êzidiyan e, ta beşdarî referandûmê bibin û Şingal û navçeyên Êzidîxanê ji Kurdistanê nayin birîn û Şingal û Laleş hetahetayê pêkve bimînin.

Herwiha behsa Kurdbûna xwe, Kurdistaniya Êzidiyan û qurbanîdana Pêşmerge dikin, bo rizgarkirin û parastina navçeyên Êzidiyan.