Mîsiyê Bexda, dibe filmeke sînemayî dirêj

“Mîsiyê Bexda” weke filmeke dirêj ê sînemayî berhem tê. Kurtefilma wê jî 60 xelatên sînemayî wergirtine Kurtefilma “Mîsiyê Bexda” ya derhênerê Kurd Sehîm Omer Xelîfe ye.

K24- Hewlêr

“Mîsiyê Bexda” weke filmeke dirêj ê sînemayî berhem tê. Kurtefilma wê jî 60 xelatên sînemayî wergirtine Kurtefilma “Mîsiyê Bexda” ya derhênerê Kurd Sehîm Omer Xelîfe ye.

 Piştî wergirtina 60 xelatên cihanî, biryare wek filmeke dirêj ê sînemayî were berhemanîn û budceya wê jî ji aliyê Belcîka ve hatiye dayîn.

Kurtefilma “Mîsiyê Bexda” di sala 2012an de hatiye çêkirin û di cîhanê de deng veda û 60 xelat di festîvalên cihanî de wergirtin û yek ji 10 filmên kurtelîsta filmên berbijêr bû, bo Xelatê Oskar weke baştirîn kurtefilm.

 Ji egera vê filmê, ekterê serekî yê filmê ku zaroke, karê lîstikvanê yaneya Barcelona û stêrkê hilbijardeya Arjantîn, Lionel Messi bibîne û ji aliyê navendeke Birîtanî alîkariya maddî bo hat komkirin, li Îranê jî lingeke destkir ji bo hat çêkirin.

Di sala 2017an de Rêveberiya Sînema ya Belcîkayê, ji bo nivîsîna senaryoya vê filmê ji bo filmeke dirêj bê amadekirin, budce bo terxan kir û îsal budceya berhemanîna wê diyar kir, Belcîka salane bi tenê piştevaniya 6-8 berhemên sînemayî dike.

Derhêner û beşek ji stafa filmê amadekariyan bo vê berhemê dikin û biryare di havîna îsal de ji Belcîka bo serdana Başûrê Kurdistanê werin û cihê wênegirtin û beşek ji stafa film û ekterên wê tên diyar kirin. Biryare karê wênegirtina filmê di destpêka 2020an de bê kirin û senaryoya kurtefilmê hatiye dirêj kirin û ekterên nû

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1cdfcacb-2430-4de2-b1f3-c8192093f133/Baghdad.ism/manifest