Çîyayê Şerefdînê
Çîyayê Şerefdînê di nabêna sînorê Cebaxçûr (navenda Çewlîgê), Kanîreş (Karlıova), Bongilan (Solhan), Gimgim (Varto) û Mûşê de dimîne. Ev çîyayê girseyî ji sêgoşeya sînorê Cebaxçûr, Kanîreş û Bongilan dest pê dike; ber bi bakurê rojhilat ve digîhêje ser Çîyayê Bîngolê û ber bi rohjilat ve digîhêje ser Deşta Mûşê. Çemê Gonîgê û Çemê Mûradê hawirdorê Şerefdînê dorpêç dikin. Şerefdîn ji bo Gonîg û Mûradê çavkanîyeke mezin e, gelek av ji derdorên Şerefdînê derdikevin û digîhêjin ser Gonîg û Mûradê.
Çîyayê Şerefdînê ji başûrê rojava ber bi bakurê rojhilat ve wek girseyeke bilind, fireh û seranser dirêj dibe. Sinsila Şerefdînê ji Melon (Mutluca, gundê Bongilan) dest pê dike û heta Korta Mûşê (Deşta Mûşê) wek rêzeçîyayekî dewam dike. Piştî tevgerên volkanî axeke qalind li ser vî çîyayî çêbûye. Çend golên biçûk û girover li ser vî çîyayî hene; Gola Berxan, Gola Qulung (Yüzenada), Gola Şah Melek…
Çîyayê Şerefdînê ji hêla av û gîhayê pir dewlemend e. Zozanên vî çîyayî pir in, gelek zozanvan tên ser van zozanan. Zozanên herî bi nav û deng ev in: Çavkanîyan, Bazirganan, Awmasî, Kevireş, Warê Mûso, Avgenî, Delavxwarik, Gaxuran, Mêrga Rût, Qûçekan, Mexelê Gerê, Qendîl, Mêrgemîr… Mêrgemîr di nabêna Gimgim û Kanîreşê de dimîne, digîhêje heta Çataxa Kanîreşê. Li nêzîkî Awmasî (mezreya Girwas e) Kura Êsîran heye, perçeyekî Mexelê Terezûnê ye, li ser Şerefdînê cîyê herî bilind ev der e, di nav sînorê Bongilan de dimîne.
Hêla başûrê vî çîyayî ya ber bi Çemê Mûradê pir asê ye. Li rojava û rojhilatê Bongilanê (Solhan) hin erdên dûz û rast hene, ew jî biçûk in. Li vê hêlê darên mazî pir in, darên fêkî bi taybet jî tû pir in, darên gûz û hirmîyê jî hene.
Çîyayê Şerefdînê li hêla bakur ber bi Çemê Hesnawe (Hasanova) û Çemê Baskan ve nizm dibe. Ber bi Gimgimê ve, li derdora Gundê Mîran (Çayçatı) deştek heye.
Girê Kanîsipî (1800 m.), li rojhilatê Deşta Gundê Mîran bilind dibe. Li hêla bakur jî 3 çîya hene; li bakurê Çemê Baskan Çîyayê Çapank, ber bi Rasta Xormekê ve Girê Boxa (2050 m.), ber bi Rasta Gimgimê Çîyayê Leylegê (2100 m.) û li paş wê jî Çîyayê Kurê (Girê Kurî).
Têlî (Sitrana Gelêrî)
Têlî Têlî Têlî Têlî Têlî...
Ezê serê sibê ji xewka şêrîn rabim bêjim Têlî
Bi nava rojê bibêjim Têlî
Bi êvarê, bi saetê, bi deqê, bi saniyê
Ji axîn û kedera dilê xwe re wezê bang bikim
Rabim bibêjim Wey Têlî...
...
Min got lê lê zalima qîza zaliman
Qesem dikim bi navê Xwedê
Sed û bîst hebê weka te hebin li dinyayê
Neynûkeka Qiza Mîrze Axa pê nayê
Le lê lê zalimê min got bihar e
Bihara me rengîn e
Li ser riya me Zozanê Bîngol e
Nemrûd e, Serhed e, Şerefdîn e
Birek malê bavê Têliya min bar kirine
Danîne li Zozanê Xazovîzo
Li Qûntarê Sîpanê Xelatê danîne
Hespê binê min kihêl e, rewan e
Şopê malê vedigerîne
Min dêhn û bala xwe daye
Sê konî li Beriya Jêrî danîne
Ma cotê konê pêşî kes tê tunîne
Min ajote konê navîn e
Min bala xwe dayê sê zerî ne
Bi çav û birûyê reş ê leglegî ne
Bi dev û lêvên tenikî kaxetî ne
Bi diranê sîmê hûrê gelo mircanî ne
Weleh serê memikên wan sor in
Qoratên memikên wan spî ne
Mîna ‘Qazocaxê Ceryanlî’ ne
Li ser masên zêrî û zîvî ne
Zincîrên dorên wan xalis û mûxlisên Reşadî ne
Belê ji hikmê nîvê şevan û pê de
Ji xwe re çay û qehwê dikelîne
Ez evdala ya ortê me
Navê wê Têlî ye
Qey mîna ev her duyên din
Jê re bûne kole û xizmetçî ne
Weleh yek jê çay û qehwê dikelîne
Ya din rahiştiye destmalê
Li serê dike bayê baweşîn e
Weka qaz û qûlingê Beriya Jorîn e
Belê salê carekî
Serê xwe li Zozanê Bingol û Serhed û Şerefdînê dertîne
Yeqîna we hebe ji Xaliq Rebê Alemê
De çiqas jinê çê hene
Temamî qismetê mêrê kotî ne
Wey Têlî Têlî Têlî Têlî...
Abdurrahman Onen