Hunermenda Kurd Rojîn: Hunermend şervanê zimanê xwe ne

Hunermenda Kurd Rojîn albûma xwe ya 7emîn derxist. Rojîn di albûma xwe de cih daye 8 stranan.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Hunermenda Kurd Rojîn albûma xwe ya 7emîn derxist. Rojîn di albûma xwe de cih daye 8 stranan. Albûm di sê salan de xilas bûye û 35 kesan di xebata wê de cih girtiye. Rojîn dibêje; digel hamû zor û zehmetiyan jî ew şerê zimanê xwe dikin û serî li ber tû kesî natewînin. Hunermend Rojîn dibêje: "Hunermend şervanê zimanê xwe ne. Ku li vî welatê faşîst, li vî welatê ku li dijî Kurmancî ye, tu şerê zimanê xwe dikî, tu gelekî şervanekî mezin î."

Hunermeda Kurd Rojîn ku bi şêweyekî mutewazî xwe wek şervana zimanê Kurdî dibîne, di sala 1980an de li Edenê ji dayik dibe. Bi eslê xwe ji Mêrdînê ye û ji bilî stranbêjiyê di nava şanoyê de jî cih girtiye. Ev 20 sal in stranan dibêje û heta niha jî 7 albûm derxistine. Di albûma xwe ya îsal de ku navê wê "Rojîn 2018" ye de, bi zimanê Tirkî û Kurdî 9 stran gotine.

Hunermend Rojîn got: "Albûma min derket! Rojîn 2018 ye navê albûmê. Di albûmê de 9 staran hene me 8 derxistin. Strana "Min Bibihîzin" jî heye "Duyun Beni." Di albûmê bi Tirkî û Kurdî jî stran hene digele zaravayê Zazakî. Çeneka heye straneke bi coş e. Straneke romansî û yek jî ya evînê heye "Li bîra min î."

Rojîn di malbateke xîzan de mezin bûye, 11 xwişk û bira bûne. Diya wê ji bo debarê diçû paqijiya malan, xwişk û birayên wê jî karkeriya pembû dikirin li Edenê. Lê wê digel hemû zehmetiyên jiyanê li ber xwe daye. Ew dibêje, divê her hûnemendê Kurd karibe li ser lingên xwe bisekine.

Hunermend Rojîn dibêje: "Karê hûnermendê Kurd gelekî zahmet e. Hûnermend gerek azad be, bi dû zengîn û dewlemandan û axa de negere."

Rojîna ku di xortaniya xwe de ji bo xwendina konserwatûwarê ji malê reviyaye û da karibe bixwîne li benzînfiroşekî kar kiriye dibêje; ji aliyê delwetê ew wek terorîstekê, ji aliyê partiyên xwe ve jî wek xayînekê tê kevirbarankirin.

Hunermend Rojîn: "Ji bo dewletê tu terorîstî. Ji bo partiyên xwe tû xayînî. Ne hemû partî. Ji bo gel tu Rojîn î. Esil gel muhîm e. Psîkolojiya mirov xera dibe Kekê Azad. Mesela min bêkar hiştin, gotin xayîne û xwe firotiye min dest bi ticaretê kir. Yanî her problem min fêrî karekî kir."

Rojîn ji ber hin peyamên xwe, gelek caran bi tundî hatiye rexnekirin. Ew dibêje; wê heta niha serê xwe li ber tû kesî netewandiye û wê netewîne jî.

Hunermend Rojîn: "Ez Rojîn, li her derê fikrê xwe wekî xwe dibêjim. Ez serê xwe li ber tû kesî natewînim wek xwe me. Ez fikra xwe dibêjim, ez şer nakim pê re."

Rojîn di albûma xwe de cih daye straneke Tirkî bi navê "Yalan Dunya" ya hunermendê navdar Ahmet Kaya jî ku ev deh sal in xwestiye vê stranê bibêje.

Hunermend Rojîn: "Hunermend şervanê zimanê xwe ne. Ku li vî welatê faşîst, li vî welatê ku li dijî Kurmancî ye, tu şerê zimanê xwe dikî, tu gelekî şervanekî mezin î. Tazî û vekirî li vir im. Ez her tiştî li vir dibêjim. Ez dibêjim Kurd hene, Kurd millet in, zimanê wan heye ne tenê tû dikarî delwetê ava bikî dewlet heqê min e jî."

Li gorî Hunermeda Kurd Rojîn muzîka Kurdî ji nava govend û heyranan derneketiye, vê yekê jî rê li ber rewşeke depresîv vekiriye yan degirîn yan jî govendê digerînin. Wê jî xwestiye di vê albûmê de bi şêwazeke nûjen û modern derkeve pêşberî guhdaran.  Lewma jî kede mezin daye vê albûma xwe û di sê salan de xilas kiriye.