Bo belgefîlmekê 3ê salan bi tîma Basketbolê re jiyan

Ev fîlm, berî Enqereyê li Stenbolê hate nîşandayîn û di çorçoveya 15mîn Xelata Festîvala Fîlmên Stenbolê yên Îf de xelata taybet ya jûriye wergirt.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d4860e5d-d06a-49f2-90ad-b5b3a910db7d/Belgefilme%20li%20ser%20Baglare.ism/manifest

K24-Enqerê

Li Tirkiyê derbarê navçeya Diyarbekîrê Baglarê de belgefîlmek hat kişandin. Ev fîlm di çarçoveya Festîvala Fîlmên Jinan de bo temaşevanan hate pêşkêşkirin. Di belgefîlm de bûyerên Dîyarbekirê û bandora wan bûyeran ya li ser tîma basketbolê hatiye nîşandayîn.

Baglara Diyarbekirê navçeyeke ku, bi salan e di nava navenda aloziyan de cih digire. Baglarê heta niha şahîdiya gelek bûyeran kiriye. Du derhênerên ku, li wan bajarên welatên rojavayê gihîştine lê di hema demê de li Tirkiyê jî jiyane, ji bo fêmkirina bûyeran berê xwe didin Dîyarbekirê û derbarê navçeya wê Baglarê de belgefîlmekî çêdikin. Herdû derhêner ji bo çêkirina vî belgefîlmî 3 salan bi tîma Basketbolê ya navçeya Baglarê re dijîn. Peyama tîma basketbolê ya Baglarê jî gelekî balkêş e ku, di nava vî belgefîlmî de cih digire; "Kevir neavêje, topê biavêje".

Ev belgefîlm ji aliyê du jinên derhêr ve tê çêkirin. Berke Baş û Melîs Bîrde ji bo vî belgefîlmî 3 sal li Diyarbekîrê dijîn. Melîs Bîrden gelê Diyarbekirê wek mabata xwe dibîne û diyar dike ku, malbata wan êdî Dîyarbekir bixwe ye.

Derhênera Belgefîlmê Baglar Melîs Bîrder Wiha dibêje:"Min û Berke xwest derbarê pirsgireka Kurdan de tiştekî çêkin. Heta ku me ev belgefîlm çêkir, me derbarê herêmê de bi tiştekî nizanibû. Me xwest li wê derê çirokek pozîtîf peyda bikin û çêkin. Ji ber ku her car derbarê gelên herême de tiştên her neyînî têne çêkirin."

Dema ku, fîlm derkete darî temaşavanan, yek ji wan derhêneran Melîs Bîrde jî di salona sînemayê de ligel temaşevanan bû. Temaşavanan ligel wê ev fîlm temaşe kirin. Di dawiyê de di derbarê fîlm de temaşevanan pirsên xwe yên derbarê fîlm de ji derhênara fîlm pirsin. 

Tamaşevan Suzan Bîngol wiha got: "Ez ji Dersîmê me. Dema ku lîstikvanê basketbolê got "destê min dilerizin" bandorek mezin li ser min hişt. Ji ber ku zarokên herêmê, ji xwe nebawer mezin dibin. Ez baş têdigihêm ku ev yek tê çi wateyê. Fîlmekî serketî ye û gelek baş e."

Herwiha tamaşevan Emel Doganwiha axifî:"Ez ji Dîyarbekirê me. Haya min ji van yekan heye. Ev yek di ser sere min re jî derbasbûn. Li Diyarbekirê demeke kin ez jî di tîma basketbolê de xebitîm. Ew ciwan bi hêviyeke mezin dixebitin û pêştivaniya hevdu dikin. Ev yek ji bo mirovatiyê gelek baş e. "

Komeleya Uçan Sûpûrgeyê, bi vî fîlmî dest bi Festîvala Fîlmên Jinan kir. Ev fîlm, berî Enqereyê li Stenbolê hate nîşandayîn û di çorçoveya 15mîn Xelata Festîvala Fîlmên Stenbolê yên Îf de xelata taybet ya jûriye wergirt. Ji aliyê naverok û çîroka xwe ya taybet ve ev fîlm ji aliyê temaşevanan ve li Enqereyê eleqeyeke mezin dît.