Li Stenbolê mîhrîcana şanoyê dest pê kir

Li Stenbolê mîhrîcaneka şanoyan ya ku 14 şevan berdewam bike destpêkir. Di mîhrîcanê de gelek ji şanoyên nivîskarê navdar Willîam Shakespeare heta gelek şanoyên nû tênê pêşberî bîneran. Ev şanoyên ku bêpere têne nîşandayîn ji aliyê welatiyan ve eleqeyeke mezin dibine.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li Stenbolê mîhrîcaneka şanoyan ya ku 14 şevan berdewam bike destpêkir. Di mîhrîcanê de gelek ji şanoyên nivîskarê navdar Willîam Shakespeare heta gelek şanoyên nû tênê pêşberî bîneran. Ev şanoyên ku bêpere têne nîşandayîn ji aliyê welatiyan ve eleqeyeke mezin dibine.

Ji aliyê şaredariya Kadikoya Stenbolê vê mîhrîcana şanoyan ya ku 2 hefteyan berdewam bike destpê kir .Di mîhrîcanê de 14 şanoyên ji hev baştir  dê bêne pêşberî bîneran û di bernameya mîhrîcanê de şanoyên nivîskarên navdar yên wek Nikolay Vasilyeviç Gogol û Willîam Shakespeare jî dê bêne ser dikê.Ev şanoyên ku li derve dinava amfîtîyatroyê kê de têne nîşandayîn ji bo welatiyan hem dibe çalakiyeka hûnerî hem jî dibe derfeteka bêhnvedanê.Ev mîhrîcana ku hemû şanoyan  bêpere tîne pêşberî welatiyan  eleqeyeke gelek mezin dît û di şeva destpêka mîhrîcanê de her der tije bûn. 

Di mihrîcanê de ji biçûkan heta mezinan kesên ku beşdarî mihrîcanê bûyîn kêfxweşiya xwe anîn ziman û ragihandin van rojên germa havînê de çalakiyên hunerî dilê wan hênik dike û mirovan nêzîkî hevdu dike.

Ev mîhrîcana beşdariyek mezin lê tê kirin dê heta 15 vê mehê her şev ji şanoyên klasîk heta gelek şanoyên nû bîne ser dikê û di van rojên havînê de welatiyan li derdora çand û hunerê kom bike.