Keskîn: Pirtûkên Ehmedê Xanê û Melayê Cizerî şewtand in

Weşanxaneya Avêsta yek ji mezintirîn û giringtirîn weşanxaneyên Kurdî ne, bi sedan pirtûkên Kurdî yên nivîskarên herçar parçeyên Kurdistanê bi rêya wê weşanxaneyê hatine çapkirin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Berpirsê weşanxaneya Avêstayê Ebdula Keskîn ragehand ku, pirtûkên hatine şewtandin ne pirtûkên siyasî ne, lê belê pirtûkên Ehmedê Xanê, Mlelayê Cizîrî û Cegerxwîn in, da zanîn, ti wateya şewtandina wêje û kultûra Kurdî nîne.

Duh, komek kesên nenas êrîşî depoya weşanxaneya Avêstayê kirin û şewitandin, derbarê wê şewtandina Berpirsê weşanxaneya Avêstayê Ebdula Keskîn ji K24ê re wiha got: "Ez bawerim bi vê êrîşê xwstin nameykê bighînin me, Avêste di 21 saliya xwe de li hemû perçeyên Kurdistanê di nav tevgerên siyasî de xwe nêzîk yan dijber aliyekê nekriye."

Keskîn da zanîn ku, armanca wan ew bû ku, di navbera herçar perçeyên Kurdistanê de,kultûreke hevbeş çêbikin, da zanîn ku, ti wateya şewtandina wêjeya Kurdî nîne, ji ber ku, pirtûkên siyasî di nav weşanxaneyê de nebûn.

Keskîn aşkere kir ku, ew kesên ev kiryar pêkanîn nikarin karê me rawestînin, herwiha ew qet nikarin wan tûne bikin. Aşkere kir ku, gelek zirar jî gihandine pirtûkan.

Ji aliyeke din ve Keskîn diyar kir ku ew pir bi şewtandina weşanxaneyê êşiya ye ji ber ku, li bajarê Diyarbekrê çê bûye.

Weşanxaneya Avêsta yek ji mezintirîn û giringtirîn weşanxaneyên Kurdî ne,  bi sedan pirtûkên Kurdî yên nivîskarên herçar parçeyên Kurdistanê bi rêya wê weşanxaneyê hatine çapkirin.