Selîm Temo bi helbestê pêşwaziya Buharê dike

Buhar rûyê xwe yê germ û rengîniya xwe roj bi roj dide der. Li Enqerê jî bi hatina Buharê re helbestvanê Kurd Selîm Temo bi helbestên Kurdî û tirkî pêşvaziya biharê kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Buhar rûyê xwe yê germ û rengîniya xwe roj bi roj dide der. Li Enqerê jî bi hatina Buharê re helbestvanê Kurd Selîm Temo bi helbestên Kurdî û Tirkî pêşvaziya Buharê kir.

Li Tirkiyê û Kurdstanê piştî Zivistaneke dirêj û dijwar demsala Buhara rengîn hat û bihar bi çalakiyan tê pêşvazîkirin. Li paytexta Tirkiyê Enqerê jî li navenda Çanda Nazim Hîkmet çalakiyek hate sazkirin û helbestvanê Kurd Selîm Temo beşdarî di çalakiyê de kir. Helbestvanê navdar Temo bi xwendina helbestên Kurdî û tirkî pêşvaziya Buharê kir.

Selîm Temo yê ku li ser wêje û zimanê Kurdî xebatên akademîk dike dibêje ku niha bihara wêjeya Kurdî ye, bû sed sal ku helbesta Kurdî, wêjeya Kurdî di 7 qat binê erdê de bû, lê vê gavê rewş ji bo zimanê kurdî veguheriye biharekê.

Helbestvan Selîm Temo ji K24ê re jî wiha axivî: “Bi rastî her gelek her netewek bi cografyeya xwe ve, bi xwezaya xwe ve  girêdayî ye, lê ne wek Kurdan. Kurd wekî ku unsurek ji xwezayê bixwe bin, ne wekî mirov bin,  wekî darek em bêjin kûlîlkek, giyayekî çiyayê xwe bin pêşvaziya biharê dikin. Ji ber vê yekê me xwest ku navê xwe em bêjin slavek ji bo biharê be. Çawa ku xweza ji xew şiyar dibe Kurd jî bi raste rast xewê şiyar dibe bi biharê re.”

Xwendekarên ku hatin helbestên Selîm Temo guhdar kirin anîn ziman ku li Enqerê bi hezaran xwendekar û Kurd hene, lê çalakiyên bi vî rengî zêde pêk nayên, lê dîsa jî wan bi guhdarîkîrina Selîm Temo hesreta xwe ya ji bo helbestên Kurdî hindik be jî hêmin kirin e.

Xwendekar Xezal Aydin got: “Yekem car e ku ez beşdarî çalakiyek bi vî rengî dibim. Ez gelekî şad û bextewar bûm kû bi dengê Selîm Temo min helbestên dîrokî guhdar kirin.”

Xwendekar Welat Cîhan jî dibêje: “Ev nêzîkî 5 sal in ez li Enqerê me. Çalakiyên kurmancî û dimilkî zehf kêm in. Li Enqerê 20 hezar xwendekar hene divê bi kurmancî û dimilkî aktîvîte zêdetir bibin.”

Piştî xwendina helbestan, wêjevan Selîm temo pirtûkên xwe îmze kir û çalaki bi guhdarîkirina sentûrê bi dawî bû û beşdarvan jî gê gelekî kêfxweş man.