Dengbêja Kurd Gazin li Enqerê hate bibîr anîn

Di şevbûherkê de dengbêjan bi deng, awaz û kilamên xwe dengbêj Gazina ku ew jî ji ekola Meryemxan û Eyşeşan bû bi bîr anîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê ji bo dengbêja Kurd Gazin a ku di 21ê Tebaxa 2018an de koça xwe ya dawî kir şevbûherkêk hate sazkirin û dengbêj Gazin hate bi bîr anîn. Di şevbûherkê de dengbêjan bi deng, awaz û kilamên xwe dengbêj Gazina ku ew jî ji ekola Meryemxan û Eyşeşan bû bi bîr anîn.

Dengbêja Kurd Gazin bi navê fermî Raziye Kizil, hunermenda Kurd li Tetwana ser Bedlîsê ji dayîk bûye, di 14 saliya xwe de hatiye zewicandin û dibe dayika penc zarokan. Bi birayê xwe Hawar re bi navê Gazin û Hawar 7 albûman derdixin. Lê ji ber şertên civakî navê xwe yê rastî bikar nayîne û ji ber zextên giran yên civakê a li ser jinan nikare bibêje ku dengbêjiyê dike. Ev dengbêja Kurd ku ji piçûkatiya xwe ve bi têkoşîneke mezin dengbêjî kiribû di 21ê Tebaxa 2018an koça dawî kir. Ligel ku li gelek deveran dengbêja Kurd hate bi bîr anîn Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê jî bo bîranîna dengbêj Gazinê şevbûhêrkek hate sazkirin.

Moderator Abdulselam Akinci li ser huneremend Gazin ji K24ê re got: "Girîng bû, dengbêj bû. Girîng bû, dengbêjek jin bû. Girîng bû di jiyana xwe de kesayeteke mezin bû. Girîng bû, jineke ku di 14 saliya xwe de bûbû bûk. Ew jî ne bes bû li welatê Serhedê, beriya 40 sal ewil nav malbateke ku Serhedî de wekî kevneşopiyeke giran de bû. Lê bi wî halê xwe got ez jinekim, ez jineke 14 salî me lê ezê dest bi dengbêjiyê bikim."

Di şevbûherka biranîna Dengbêj Gazina ku di 2010an de li Wanê yekem Komelaya Dengbêjan a Jinan jî vekir bû de dengbêjan bi deng û awaza xwe ew bi bîr anîn û rave kirin ku dengbêjiya jin di dîroka Kurd û Kurdistanê de xwedî cihekî qedîm e.

Dengbêj Servet Dilgeş dibêje: "Ez bawerim Gazin bi xizmetên gelekî mezin ji me gelê Kurd re kir û nehişt ku hûnera me winda bibe, stranên me winda bibin. Nehişt ku rê û şopa dengbêjiya jin were winda kirin. Ji ber vê yekê ez dikarim bibêjim ku bi ser navê xwe ez ji wan re deyndarim."

Dengbêj Îbrahîm Unlu jî got: "Dengbêjek li ku hebe em jê hezdikin. Civaka me, miletê me gişt ji wan hez dike û her wextî şûna wan cihê ye, hezkirina milet e. Ew jî wisa bû, ferqa me û wê tune bû."

Dengbêj Gazin ku ew jî ji ekola Meryemxan û Eyşeşan bû beriya ku biçe ser dilowaniya xwe di gelek festîval û bernemayên navneteweyî de jî cîh girtibû. Herwiha dengbêja Kurd yek bi navê Evdalê Zeynîkê bi tevahî 12 albûmên kilaman li pê xwe hişt.