Hunermend Delîl Dîlanar li Hewlêrê Konsêrtek saz kir

Bi beşdariya Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê, hunermendê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Delîl Dîlanar yekem konsêrta xwe li bajarê Hewlêrê saz kir.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi beşdariya Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê, hunermendê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Delîl Dîlanar yekem konsêrta xwe li bajarê Hewlêrê saz kir.

Hunermend Delîl Dîlanar ku di vê konsêrtê de stranên cudareng pêkêş kirin û bi kurmancî û bi soranî  bînerê xwe dilxweş kirin. Delîl Dîlanar ji K24ê re dibêje, ev konsêrt li ba wî cuda ye ji gelek konsêrt û ahengên ku berî niha pêşkêş kirine, ew yek jî ji ber amadebûna hejmareke baş ji xelkê û tevlîbûna wan bi awayekî çalak bi her stranekê re.

Biryar e hunermend Delîl Dîlanar konsêrtên din li bajarên din yên Başûrê Kurdistanê weke Silêmanî, Dihok û Soran û çend bajarên din strnan lidar bixe.