Fîlmekî Kurdî baştirîn xelata fîstevala fîlman li Belçîkyayê werdigire

Yekem fîlmê sînemakarê Kurd Sehîm Omer Xelîfa ya bi navê “Zagros” baştirîn xelata xula 44emîn a festivala navdewletî a “Gent Film” wergirt.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekem fîlmê sînemakarê Kurd Sehîm Omer Xelîfa ya bi navê “Zagros” xelata baştirîn fîlm a xula 44emîn a festivala navdewletî a “Gent Film” wergirt.

Zagros yekem fîlmê dirêj ê sînemakarê Kurd e di festival navdewletî “Gent Film” ku mezintirîn festival sînema ya Belçîka ye de xelata baştirîn fîlm a festîvalê werdigire.

Ev berhema sînemayî li Bakurê Kurdistanê, Yonan û Belçîkayê hatiye girtin. Di vê behemê de her yek ji Feyaz Duman, Halîme Îlter, Suat Usta û hunermendê navdar ê Kurd Birader tê de dilîzin.

Zagros berhemeke hevbeş a Belîçkî û Holandî ye. karê wênegirtin, montaj û deng ji aliyê sînemakarên Belçîkî û Holandî ve hatine kirin û di çend festîvalên din de jî beşdar bûbû.

Sehîm Omer Xelîfa berê di riya kurtefîlmê “Messiyê Bexdayê, Welatê Pehlewanan û Nêçîrvanê Xerab” gelek xelat di festîvalên sînemayê de wergirtibûn.

Kurtefîlmê “Messiyê Bexdayê” û “Nêçîrvanê Xerab” di lîsta 10 kurtefîlman de ji bo xelata Oskarê ya baştirîn kurtefîm hatibû berbijêrkirin.