Li Rihayê pêşangeha kêmendaman

Li Rihayê bi pêşengiya komeleya kêmendaman bi navê " Huner Tu Sînoran Nas nake" pêşangehek hate lidarxistin. Di pêşangehê de wêneyên ku bi desten kêmendaman hatine xêzkirin û amûrên çêkirî hatin pêşkeşkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Riha

Li Rihayê bi pêşengiya komeleya kêmendaman bi navê " Huner Tu Sînoran Nas nake" pêşangehek hate lidarxistin. Di pêşangehê de wêneyên ku bi desten kêmendaman hatine xêzkirin û amûrên çêkirî hatin pêşkeşkirin.

Li Rihaya Kurdistanê 80 kursiyerên kêmendam, 3-4 heyvan li Navenda Kordînasyona Kêmendaman hatin perwerdekirin û fêrî pîşeyên wek; telkarî, zîvkarî, û wênasazî bûn. Digel van di qursan de danasîna neqşandina amûreyan, çêkirina sabûnê, kevirên bêhnî, tablo û çermbendiyê jî ji bo wan hate kirin. Kêmandam di nav wê maweya demkî de hem bûn xwediyê hunerekî hem jî tevlî karûbarên civakê bûn. Ew tablo, çente, qayîş û gelek tiştan çêdikin û bi tena serê xwe bêminet dikarin tevbigerin û ev rewş, malbatan jî gelek kêfxweş dike ku zarokên wan êdî dikarin bi serê xwe di nava jiyana rojane de cih bigirin.

Welatî bi navê Ramazan Polat di vê derbarê ji K24ê re axivî û got: "Zarokên me yên kêmendam êdî bi tena serê xwe dikarin ku pêdiviyên xwe bi cih bînin û ev yek jî wan tevlî jiyanê dike. Ew tiştên ku kesên nekêmendam nikarin pêk bînin ev kêmendam pêk tînin û xwezî hemû kêmendaman jî bi vî awayî kar bikirana."

Kêmendaman ew kelûmelên ku bi keda destên xwe çêkirin bi pêşangehekê dane naskirin. Çalakiya ku li salona pêşangehê ya Şaredariya Rihayê pêk hat de gelek; kêmandam, malbatên wan û welatî beşdarî têdekirin. Kêmendam bi vê yekê hem hunerên xwe berbiçav dikin hem jî amûreyên ku çêkirine difroşin û bi vê destkeftiyê jî barên malbatên xwe sivik dikin.

Qûrsiyerê Kêmendam Mustafa Gîzem jî got: "Bila hevalên me yên kêmendam werin û li vir ji xwe re hin tiştan hîn bibin. Piştî hînbûnê yê hunerên gelek rengîn çê bikin. Min li vir pêşiyê li ser kaxizê hin tişt xêz kir piştre jî ew derbasê ser çerm kir û ez bi vî awayî hînbûm ku tabloyan çê kim."

Ev çalakiyên bi vî dirûvî jiyana welatiyên kêmendam gelek hêsan dike û ew bi vî awayî tevlî civakê dibin û di malên xwe de asê namînin. Herwiha li bajêrê Rihayê rêjeya kêmendaman jî zêde ye û li gorî daneyan li bajêr 12 hezar jê yên giran bi giştî jî 60 hezar kêmendam dijîn.