Altan Tan ji hikûmetê pirsa lêçûnên rêzefîlman kir

K24 - Enqere

Parlamenterê HDPê Altan Tan, ji Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş, pirsa lêçûnên bername û rêzefîlmên ku di TRTê de têne weşandin û kesên ku wê naverokê diyar dikin pirsî. 

Altan Tan di pêşniyar pirsa xwe de diyar kir ku rêzefilmên TRTê yên bi navê Dîrîlîş Ertugrul, Fîlînta û Yunus Emre bi bûtçeyên mezin hatine çêkirin û got: “TRT ya ku ya dewletê ye û bi pereyên gel tê birêvebirin, tê îdia kirin ku bi riya şîrketên nêzîkî hikûmetê bi bûtçeyên bilind fîlman dide çêkirin.”

Ev fîlm bi çiqasî tên çêkirin?

Altan Tan, ji Numan Kurtulmuş ev pirs kirin:

*Rêzefilmê bi navê “Dîrîlîş Ertugrul” her serê beşekê ligel mûçeya ku bo lîstîkvanan tê dayîn ji bo TRTê tê ser çiqasî?

*Rêzefilmê bi navê “Fîlînta” her serê beşekê ligel mûçeya ku bo lîstîkvanan tê dayîn ji bo TRTê tê ser çiqasî?

*Rêzefilmê bi navê “Yunus Emre” her serê beşekê ligel mûçeya ku bo lîstîkvanan tê dayîn ji bo TRTê tê ser çiqasî?

*Rêzefîlm û bernameyên ku di sala 2015an de di TRTê de hatine weşandin, her serê beşekê bûtçeya wan çiye? 

*Di serdema ku ev rêzefîlm û bername têne weşandin de TRT di biryara xwe de herî zêde giringiyê dide ser çi? 

Ev rêzefîlm ji aliyê kê ve têne hilbijartin?

Ev kîjan komîsyone ku biryara weşandina van rêzefîlm û bernameyan didin? Ev komîsyon ji aliyê kê ve pêk tê?

Her wiha Altan Tan daxwaz kir ku bersiva vê pêşniyar pirsê pêwîst e li gorî xala 98emîn ya Destûrê û bi navberkariya Rêziknameya Navxweyî ya li gorî xalên 96 û 99an bi awayekî nivîskî bersiv bê dayîn.