Live TV RADIO

KURDISTAN24

  • Erbil
  • -
  • Türkçe
  • |
  • English
  • |
  • Kurdî
  • |
  • فارسی
  • |
  • عربي
  • |
  • كوردی
KURDISTAN 24
  • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiye
    • Îran
    • Sûriye
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
  • Aborî
    • Kurdistan
    • Cîhan
  • Werziş
    • Kurdistan
    • Giştî
  • Çand
    • Muzîk
    • Sînema
    • Pirtûkxane
    • Şano
    • Helbest
  • Magazîn
    • Tenduristî
    • Geştyari
    • Teknelojiya
    • Giştî
    • Jîngeh
  • Hevpeyvîn
    • Siyasî
  • Gotar

Derbarê Me | Peywendî  | Appên | Derfatên kar

Pirtûkxane

Siyasetmedar û saziyên Kurdî li hember zimanê Kurdî Xemsar in

Kurdistan24 Hewlêr Kurdistan24 Hewlêr |


 

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji weşanxaneya Sîtavê 5 pirtûkên nû yên bi Kurdî hatin çepkirin. Xwediyê sîtavê û nivîskarê Kurd Kahar Bateyî radigihîne ku weşanxaneyên Kurdî, bi heskirina Kurdî pirtûkan diweşînin, lê xwendina Kurdî gelek kêm û qels e û siyaset û saziyên Kurd jî xwedî li Kurdî dernakevin. 5 pirtûkên ku nû hatine weşandin de, ji parçeyên cuda yên Kurdistanê çîrok û mijarên cuda hatine hûnandin.

Nivîskar û heskiriyên Kurdî, di şert û mercên kêmderftî de, pirtûk û berheman bi Kurdî dinivîsin û diweşînin, lê gazinca serekî ew e ku bi taybet li Bakûr, xwendin û xwedîlêderketina Kurdî û berhemên Kurdî gelek qels e.

Nivîskarê Kurd Kahar Bateyî ku hem wext xwdiyê weşanxaneya Sîtavê ye; balê dikşîne ku partiyên siyasî û sazî û dezgehên Kurdan, ji aliyê xwedîlêderketina zimanê Kurdî û berhemên Kurdî de gelek qels û bi kêmasîne. Bateyî dîsa radigihîne ku heta astekî pêkutiyên fermî li Turkiyeyê hene, lê qad û derfetên ji bo hilberîn û xwedîlêderketina Kurdî jî di xema Kurdan de nîn e.

Nivîskar Kahar Bateyî ji K24ê re wiha axivî: "Armanca dewleta Turk ev bû ku bi salan pergala pişavtinê, li ser çand û zimanê Kurdî meşand û dixwest bigihîje armancekî ku aqil û derûniya Kurdan, ji çand û zimanê wan dûrbixe. Dewlet heta dereceyekî gihiştiye wê armancê. Dewletê heta dereceyî dest ji vê berdaye, lê êdî Kurd bixwe ew peywir a ku dewletê dimeşan pêktînin û dikin. Yanî dewlet nayê di malên Kurdan de Kurdî qedexe nake, di nava kolanan de qedexe nake, nabêje bi Kurdî neaxifin! Lê Kurd bi Kurdî neaxifin, li ziman û berhemên xwe xwedî dernakevin û gelek xemsar in."

Bateyî balê dikşîne ku ew wek nivîskar û weşankar, gelek zehmetiyan jî dikşînin, lê hezkirin û berpirsyariya xwedîlêderketina zimanê Kurdiye ku hewldanên wan bihêz û berdewam dike.

Kahar Bateyî, bi kurtasî behsa nivîskar û naveroka pirtûkên ku nû diweşînin jî kir û anî ziman ku 3 ji wan pirtûkan yên Mizgîn Ronak in ku 2 ji wan roman û ya din jî çîrok in. Dîsa Çetîn Ersen jî pirtûkekî li ser ehlaq û bizavên civakî nivîsiye ku dikare bibe pirtûka dersdanê jî. Bateyî hêst û boçûna weşandina berhemekî Kurdî jî wiha rave dike.

Herwiha Nivîskar Kahar Bateyî dibêje: "Ez wiha dişibînim, weka ku dayîkekî piştî 9 mehan, dema zarokê xwe tîne dinê û li ser destên xwe dibîne çewa pê kêfxweş û bextewar dibe; em jî wisa ne, dema ku me dît piştî ew qas kedê pirtûk di destên me de ye, em pê kêfxweş dibin û ew zor û zehmetî hemû ji bîra me diçe."

Hêjayî gotîne ye ku hin weşanxaneyên Kurdî ji aliyê dewleta Turkiyeyê ve hatin girtin û hin pirtûk jî tên qedexe kirin. Lê zêdetir weşanxane ji ber bê derfetî û aborî jî hatine girtin. Nivîskarên Kurd jî gazinc dikin ku bi derftên kêm û di cavakeke li hember Kurdî xemsar de berheman dinivîsin.

 

Wêneyê Peywendîdar
Nûçe Peywendîdar
24 Demjimêr Berê
01 Nivîskar Qahir Bateyî “Rêbera Sê Zimanî” weşand
02 Fîlmekî Kurdî di nava 24emîn Festîvala Gerok de beşdar e
03 Keça Kurd Nûjîn xelata Human Rights Watch werdigire
04 Li Pirtûkxaneya Diyarbekirê 147 pirtûkên bi Kurdî jî cih digirin
05 Serhildana Şêx Seîd: Rûpelek Veşartî
06 Navdarên Kurd: Melayê Cizîrî an Mela Ehmedê Cizîrî
Heftiya Borî
01 Nivîskar Qahir Bateyî “Rêbera Sê Zimanî” weşand
02 Keça Kurd Nûjîn xelata Human Rights Watch werdigire
03 Navdarên Kurd: Melayê Batê
04 Navdarên Kurd: Melayê Cizîrî an Mela Ehmedê Cizîrî
05 Xenî Mîrzo amûreyên mûzîkê diyarî zarokên hejar dike
06 Serhildana Şêx Seîd: Rûpelek Veşartî
Meha Borî
01 Jan Dost, Êşa Efrînê dike roman
02 Pêşangeha bi navê "Melek Tawis a 74an" hat vekirin
03 Navdarên Kurd: Melayê Cizîrî an Mela Ehmedê Cizîrî
04 Mezher Xaliqî: Kultura Kurdî yek ji dewlemendtirîn kultura cîhanê ye
05 Xenî Mîrzo amûreyên mûzîkê diyarî zarokên hejar dike
06 Li Qamişlo Baxçê Xwendinê hat vekirin
Herî li pêş
    Gotar
    Tirkiye ji Soçî destvala vegeriya?
    Diyar e di navbeyna aliyan de hevahengî liser gelek aloziyan peyda nebûye! Ji Pirsa mezin a ji Tirkiye re, em destpê bikin! Pirsa Kurd....
    Tirkiye ji Soçî destvala vegeriya?
    Cemal Batun
    Hukimeta bihêz çawa çêdibe?
    Selîm Giresorî:
    Hukimeta bihêz çawa çêdibe?
    Hemû parçeyên Kurdistanê divê ji hiqûqa hevdu re rêz bigrin
    İbrahim Gûçlû:
    Hemû parçeyên Kurdistanê divê ji hiqûqa hevdu re rêz bigrin
    Dîroka Rexne ya Edebî li Devera  Badînan
    Rebî Zêbarî:
    Dîroka Rexne ya Edebî li Devera Badînan
    Gelo Şam li Efrînê çi dike?
    Evîn Şikakî:
    Gelo Şam li Efrînê çi dike?
    • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiyê
    • Îran
    • Sûriyê
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
    • Baş
    • Aborî
    • Werziş
    • Çand
    • Magazîn
    • Hevpeyvîn
    • Gotar
    • Xizmet
    • Frequency
    • Zindî
    • Appên
    • RSS
    © Copyright 2019 Kurdistan 24 – All rights reserved

    Nexşeya Malperê | Siyaseta Parastina Nehêniyan | Derbarê me | Pêwendi  |  Derfatên kar


    Nexşe danin û Pêk anin: AwroSoft (AP.)