Dengbêj Silhedîn: Pêwîst e dengbêj mîrata xwe derbasî zarokên xwe bikin

Dengbêj Silhedînê Geverî ji bo ku nifşên nû ên kurdan girîngî û nirxê dengbêjiya bizanin ketiye nava hewildanekê û dixwaze ev hewla wî ji bo hemû dengbêjan bibe mînak. Dengbêj Silhedîn çi dema ku derfet bibîne neviyê xwe datîne kêleka xwe û jê re kilaman distire.
kurdistan24.net

 

K24 – Gever

Dengbêj Silhedînê Geverî ji bo ku nifşên nû ên kurdan girîngî û nirxê dengbêjiya bizanin ketiye nava hewildanekê û dixwaze ev hewla wî ji bo hemû dengbêjan bibe mînak. Dengbêj Silhedîn çi dema ku derfet bibîne neviyê xwe datîne kêleka xwe û jê re kilaman distire.

Li Bakurê Kurdistanê bi guhertina şert û mercên jiyanê re gelek nirxên çandî netewî û dîrokî her ku diçe qels dibin. Yek ji van jî dengbêjiye ku di nava çand, huner, dîrok û netewa kurd de xwediyê ciheke girîng û cûda ye. Gelek dengbêj ji vê yekê bi gilî ne ku Dengbêj Silhedîn jî yek ji van kesan e û ew dibêje dengbêjî, deryaya dîroka Kurdistanê ye.

Dengbêj Silhedîn ji K24ê re wiha axivî: “Ji zaroktiya min ve dengbêjî di jiyana min de cîh girtiye û eşqa dengbêjiyê li gel min hatiye hetta niha. Heta dawiya temenê xwe jî ez ê dengbêjiya xwe biparêzim.”

Dengbêj Silhedîn gelek xemgîn e ku ew dibîne di nava ciwanên kurdan de nasîna dengbêjiyê qels e û di wê baweriyê de ye ku ev yek jî nîşaneyên asta bişaftina ciwanên kurd nîşan dide. Dengbêj Silhedîn jî ji bo ku bibe mînak çi dema ku derfet dibîne ji neviyê xwe re kilamên dengbêjiyê distire.

Dengbêj Silhedîn dibêje: “Eger ne bi saya dengbêjiyê bûya dê li Bakûrê Kurdistanê zimanê dayîkê winda bibuya. Tiştên zaroktiyê baştir dimîne di bîra mirovan de ji ber wê di zaroktî de pêwîste zarokên kurdan dengbêjiyê binasin da ku ev mîrata netewî winda nebe.”

Dengbêj Silhedîn piştî salên dirêj ku di saziyên dewletê de bi awayeke fermî fermanbarî kiri ye û nekarî ye bi awayeke azad dengbêjiya xwe bike, niha li gundê Kertînîs a Geverê din ava xwezaya xwe de dengbêjiya ji bo neviyê xwe zindî dihêle.