Ednan Kerîm û Rêbwar Seîd projeyeke hevbeş radigihînin

Hunermendê navdar ê Kurd Ednan Kerîm projeyeke hevbeş ligel hunermed Dr. Rêbwar Seîd ya bi navê “Şebengek ji awaz û Şiîr û reng” li Hewlêrê vekir.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hunermendê navdar ê Kurd Ednan Kerîm projeyeke hevbeş ligel hunermed Dr. Rêbwar Seîd ya bi navê “Şebengek ji awaz û Şiîr û reng” li Hewlêrê vekir.

Ednan Kerîm derbarê projeya xwe ya hevbeş ku nexşandina 30 tablyon rengîn e de ragihand, zêdetir hewl hat dayîn rengan tevlîhev bikin, her çend e zehmet e du hunermend rengên xwe di çarçova yek tabloyê de kom bike, hin caran sînorek tê danîn ku kes nikare firçeyekê li tabloya hunermendekî din bide, lê me ew rêç şikand, ji bo nîşan bidin ku du bîr û baweriyên cuda  dikarin xwe di yek çarçovê de kom bikin.”

Herwiha got: “Her tabloyekê peyama xwe ya taybet heye, lê tevahiya tabloyan peyamekê didin ku em dikarin xwe bi nerîn û bîrên cuda komî hev bikin, lê pêwîst e em hevdu qebûl bikin, hevqebûlkirin dibe armancek bo welat binexişe û ciwantir be.”

Ji aliyê xwe ve hunermend Rêbwar Seîd got, her pêşangehek û projeyeke hunerî peyama wê heye, dikarin di nava tabloyan de pêwendiya mirov bi sirûştê re û rêzgirtina li sirûştê bibînin.