Kara :Bila her maleke Kurdan bibe pirtûkxaneyek

Ahmet Karayê ku ev bi salan e li Enqerê dijî dibêje, Pirtûk aramiya herî mezin e û bila her maleke Kurdan bibe pirtûkxaneyek.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê di navbera salên 1990 û 2000an de li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hezaran gund ji aliyê dewletê ve bi hinceta operasyonên dijî PKKê de hatin şewitandin û niştecihên wan gundan berê xaw dane bajarên Tirkiyê. Yek ji wan niştecihan Ahmet Kara ye ku niha li Enqera paytexta Tirkiyê bi firotina pirtûkan bale dikşîne. Ahmet Karayê ku ev bi salan e li Enqerê dijî dibêje, Pirtûk aramiya herî mezin e û bila her maleke Kurdan bibe pirtûkxaneyek.

Li Tirkiyê li bajarên bakurê Kurdistanê di salên 1990î de ji ber rewşa siyasî û şer û pevçûnên navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de bi hezaran kesi ji neçarî berê xwe dena metropolên Tirkiyê. Yek ji wan kesan ku 28 sal berî niha ji Gundê Helala navçeya Qilêbana bajarê Şirnaxa Bakurê Kurdistanê berê xwe daye paytexta Tirkiyê Enqerê Ahmet Kara ye. Kara piştî ku lîsê diqedîne ji neçarî tê Enqere û di karên giran de dixebite.

Pirtûkfiroş Ehmed Kara ji K24ê re got: “Di warê aborî û polîtîk de şert û mercên zor zehmet hebûn li welêt. Di warê polîtîk de Cizrê, Silopî, Şirnax û derdorê nexweşî hebûn. Heta di lîsê de jî em her dihatin binçavkirin. Ji bo ku xwandina xwe bidomînin ez di sala 1991ê di meha Îlonê de hatim Enqerê. Lê belê tu kesek min nebû ku ez biçim cem van. Kar û bar tune bû nas tune bûn. Ez çûme mala mamosteyekê de û demekê mam wê derê.Ji ber bê derfetiyê min dev ji dibistanê berda. Min du sê salan karê paqijî û di baxçeyan de kar kir.”

Ahmet Kara ku tenê heta lîsê dixwîne di sala 1996an de dest bi pirtûk firoşî û weşangeriyê dike û niha di mala wî de nêzîkê 15 hezar pirtûk hene.

Ehmed Kara dibêje: "Dema ez li Gund çaxê ku ez ne diçûm dibistanê min nan, penîr, çaydankê reş û pirtûkên xwe dikir tûrikê xwe de û ez diçûm ber pez. Heta derengiya êverê min ber pez pirtûk dixwand. Heskirina min wê çaxê dest pê kir. Klasîkên wêjeya cîhanê mîn wê çaxê bidawî kirin. Min hemû perê xwe dida pirtûkan û aramiya ku pirtûk niha didin min ti tiştek nade. Di navbera min û pirtûkan de têkiliyeke hestiyarî heye. Dema ku ez pirtûkekê dixînim heta ku bidawî dibe ez tiştekî nafikirim, pêwendiyên xwe gel jiyanê qut dikim."

Kara ku li Enqerê bi dehan sale di nava karên weşangeriyê de ye dibêje weşangeriya kurd niha di nava şertên giran de dixebite û ji bo ciwan û rayedarên kurd jî peyamên wî hene.

Ehmed Kara got: “Ji bo hemû kurdên ku çar parçeyan dijîn bangawaziya min ew e êdî em hêz û qaweta xwe ji bo bi paşve xistina hev du bikar neînin, niha ji bo pêşxirtina hev du em bikar bînin. Li Rojhilata Navîn Gelê Kurd têra xwe kul û der, êş kişandine bila êdî bi xwandin û nivîsînê kelepora Kurdan bê nasandin. Ji bo wicateke ronak, hemdem û zana êdî em gavan biavêjin. Ciwanên Kurd di salên dawî de zor dixwînin. Dixwaza min ew e bile ji hemû welatan di her mijaran de bixwînin û her maleke Kurdan bila bibe pirtûkxaneyek."

Ehmed Kara yê ku emrê wî digehêje 50î salî di mala xwe de bi tena serê xwe dijî her roj serê sibehê zû radibe karê wî yê sereke ew e, diçe her odeyeke xwe de ji bo pirtûk hezan pirtûkan diyar dike û tûrikê xwe yê ku li gundê xwe jî bi pirtûkan tejî dike dide mile xwe û her roj bê navber berê xwe dide nava kolanên Enqere wekî ku dibêje aramiyê belav dike kesan.