Ednan Xoce: "Helbest tama herî xweş a jiyanê ye"

Li Bakurê Kurdistanê, hunermendekî bi navê Ednan Xoce, tevî hemû êş, azar û astengiyên jiyanê, dîsa jî li ber xwe dide. Ednan Xoce hem cefayekê dixebitîne û pê debara jiyana xwe dike û hem jî bi helbestên xwe, dara hunerê av dide.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê, hunermendekî bi navê Ednan Xoce, tevî hemû êş, azar û astengiyên jiyanê, dîsa jî li ber xwe dide. Ednan Xoce hem cefayekê dixebitîne û pê debara jiyana xwe dike û hem jî bi helbestên xwe, dara hunerê av dide.

Astengiyên laşî, gelek caran ji bo mirovan dibin sedem ku mirov nikarin xwe bi jiyanê ve girêbidin. Lê mînakên li dijî vê rewşê jî hene. Yek ji van mînakan jî Ednan Xoce ye ku hestên wî yên hunerî, astengiyên li hember jiyana wî têk dibin.

Ednan Xoce ji Diyarbekirê ye û zaroktiya wî li navçeya navendî ya dîrokî, li nav taxên Sûrê derbas bûye. Ednan Xoce diyar dike ku zaroktiya wî, di helbestvaniya wî de ciheke girîng digire.

Helbestvan Ednan Xoce derbarê zarokatiya xwe de ji K24ê re axivî û got: "Zaroktiya min ku li Fîskaya derbas bûye, bandoreke mezin li ser afirandina xwezaya min a niha kiriye. Ez du rojan neyêm Fîskaya nebînim, ev yek ji bo min dibe pirsgirêk"

Ednan Xoce ligel helbestvaniya xwe, di heman demê de ji bo debara jiyana xwe bike, li raserê  Dîcleyê ji xwe re cafeyekê vekiri ye û gelek caran li vê derê dixebite. Ednan Xoce amaje dike ku huner, ji bo jiyanê hêmaneke hevpar e û behira her kesên ku di jiyana wî de cihên xwe girtine, di helbestên wî de hene.

Herwiha Ednan Xoce dibêje: "Zaroktiya min û zarokciwantiya û helbestvanên Kurd tekez bandor li ser helbestvaniya min kirine. Helbest ne tişteke wiha ye, ku mirov rûne û bêje ka ez ê helbestekê binivîsime ye."

Ednan Xoce dide zanîn ku wî dereng dest bi helbestvaniyê kiriye û dibêje, eger wî bizanibûya helbest hunereke ewqas xweş e, wî yê di zaroktiya xwe de dest bi nivîsîna helbestan bikira.  Helbestvanê Kurd, hunera helbestê wekî parçeyeke ji laşê xwe dibîne û li gorî wî, helbest ava giyanê wî ye.