Li Diyarbekirê ciwan jî dengbêjiyê dikin

Li gorî lêkolînên li ser dengbêjiyê hatine kirin, dengbêjî cara yekemîn di dîrokê de, li herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê derketiye pêş.

K24 - Navenda Nûçeyan

Çanda dengbêjiya Kurdan, di nav çandên herî kevn ên hunerî de cihê xwe girtiye.

Li Diyarbekirê jî niha çanda dengbêjiyê bala ciwanan jî dikişîne û bi vî awayî hunera dengbêjiyê bi nifşên nû re dewam dike.

Dengêj Nejad Îlhan jî mîrateya dengbêjiyê ji malbata xwe girtiye û bi dengê xwe hem bala dengêjan, hem bala xelkê herêmê dikişîne û dibêje:

Min jixwe ji zarokatiya xwe ve stiranên din digotin. Min carnan helbest û çîrok jî dinivîsand. Ev bûn 5 sal ku ez dengbêjiyê dikim. Min li dengbêjan guhdarî dikir, bandora wan li min gellekî zêde bû. Min bala xwe dayê di nav çîrokên dengbêjiyê de tiştên xweş, tiştên balkêş hene".

Dengbêj Nejad dem bi dem li Mala Dengbêjan a Diyarbekirê tevlî dîwana dengbêjan dibe. Ji ber ku Nejad di nav dengbêjên Diyarbekir û herêmê de dengbêjê herî ciwan e.

Dengbêj Nejad dibêje: "Ji bo ku dengbêjiya me dewam bike, divê tiştekî fermî ji bo me bê avakirin. Wekî akademiyeke hunerî. Dema akademî hebe, herî kêm 2-3 sal dê perwerdeya dengbêjiyê were dayin. Em dixwazin gaveke wisa ji bo bajarê me, ji bo welatê me were avêtin. Daxwaza me ev e û em dixwazin ciwanên me jî fêrî dengbêjiyê bibin".

Çanda Dengbêjiyê, di nav çandên cîhanê de wekî çanda herî kevin a wêjeya gotinkî  hatiye qebûlkirin. Li gorî lêkolînên li ser dengbêjiyê hatine kirin, dengbêjî cara yekemîn di dîrokê de, li herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê derketiye pêş.  

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/097d2546-71b3-4271-b680-20ebe811630d/020218NWB.ism/manifest