Nivîskarên Wanê: Şaredariyên me ji bo zimanê Kurdî çi kirin?

Rewşa zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê, di her çalakî û xebatên li ser zimanê Kurdî de mijara sereke ye. Wêjekar, helbestvan, nivîskar û rewşembîrên Kurdî hez, balê dikşînin ser xeterî û rewşa nebaş ya Kurdî û dixwazim zimanê şîrîn Kurdî jî li ser raboriya xwe ya qedîm, şax bide paşerojê.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Rewşa zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê, di her çalakî û xebatên li ser zimanê Kurdî de mijara sereke ye. Wêjekar, helbestvan, nivîskar û rewşembîrên Kurdî hez, balê dikşînin ser xeterî û rewşa nebaş ya Kurdî û dixwazim zimanê şîrîn Kurdî jî li ser raboriya xwe ya qedîm, şax bide paşerojê.

Li Wanê, Kovara Dilopê ku bi Kurdî- Turkî tê weşandin, şeva şevbêrkiya Kurdî lidar xist. Di şevbêrkê de, li Bakur pirsgirêkên zimanê Kurdî, sedemên pirsgirêkan û berpirsyariya sazî, dezgeh û partiyên Kurdan mijar bûn. Nivîskarên Kurd, balê dikşînin ku her çiqas rewşa niha ya zimanê Kurdî, ciyê mixabinî û xemgîniyê be, xebatên ku tên meşandin jî helwesteke berxwedana vî zimanê qedîm e.

Rêvebirê Kovara Dilop Reşo Ronahî, balê dikşîne ku kula zimanê Kurdî li Bakur her tim li ser zar zimana ye, lê sazî û partiyên ku pêşengiya civakê dikin û banga xwedîlêderketina ziman dikin jî, ya hewldanên pêwist nadin, yan jî di pratîkê de bêpax û bêpergal nêzîkî Kurdî dibin.

Rêvbirê Kovara Dilopê Reşo Ronahî ji K24ê re got: "Dewlet jixwe wek polîtîka wek siyasetê zext û zora li ser Kurdî dimeşîne, lê ka em çi dikin? Bi ya min pirsgirêka mezin bê sazûmaniya Kurda ye. Mînaqeqekî gelek girîng e, em bala xwe bidinê li Bakurê Kurdistanê dora 20 salan e, rêvebiriya şaredariyan di destên Kurdan de bûn, lê ji bo sazûmankirina kar û xebatên zimanê Kurdî şaredariyên Kurdan çi kirin? ev pirseke gelek girîng e."

Di şevbêrka Kurdî de, helbestên Kurdî hatin xwendin û beşdariya ciwanên Kurd jî ji aliyê wêjekarên Kurd ve bi erênî hat nirxandin.

Nivîskar û helbestvanê Kurd Emerîkê Sidiqayê jî bal kişand ku pergaleke wisa heye li Bakur ku bi her awayî qesta çewsandin û pişaftina Kurdî dike, lê hezkirî û baldarên Kurdî jî bi zêdekirina xebatên xwe yên çandî û wêjeyî dikarin zimanê Kurdî li piya bihêlin.

Emerîkê Sidiqayê dibêje: "Ne tenê di nav Kurdan de, îro li hemû cîhanê, weka ku mirovan rihên xwe winda kirine, mirovan manewiyata xwe winda kiriye, ku manewiyat jî winda bibe, mirov nikare bi pey tiştekî û rihekî bikeve. Ne ku ez behsa baweriyekî yan jî îdeolojiyekî dikin, behsa însaniyetê dikim, behsa meseleya hissiyata hezê dikim. Yanî me hezkirina xwe winda kiriye, hêza xwe winda kiriye, heta em hatine ku me hêrsa xwe xwe winda kiriye, em nizanin bi çi hêrs dibûn."

Di Şeva şevbêrkiyê de girîngiya kovar, rojname û weşanên Kurdî ku li hewildoriya xwe birewerî û rêxistiniyên welatparêz jî peyda kiriye hat bibîrxistin û balhat kişandin ku çand û zimanê civakekî hebûna wê ya paşeroj û pêşerojê jî diyar dike.