Hunermendê Efrînî stranek li ser Efrîn, Kobanî û Qamislo çê kir

Hunermendê bi navê Heyder Jan ku ji Efrînê ye, 4 sal berê ji ber şerê navxweyî ji Sûrî reviya û li Stenbolê bi cih bû. Heyder Jan li vî bajarê xerîbiyê ji bo ku birînên Efrîn, Kobanî û Qamişlo neyên jibîrkirin klîbek bi navê "Birîna Penaberiyê" çêkir. Hunermendê Kurd dixwaze hemû gelê Kurdistanê ku li cîhanê belav bûye mil bide êş û azarên Efrîn, Kobanî û Qamişloyê da neyên jibîrkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Hunermendê bi navê Heyder Jan ku ji Efrînê ye, 4 sal berê ji ber şerê navxweyî ji Sûrî reviya û li Stenbolê bi cih bû. Heyder Jan li vî bajarê xerîbiyê ji bo ku birînên Efrîn, Kobanî û Qamişlo neyên jibîrkirin klîbek bi navê "Birîna Penaberiyê" çêkir. Hunermendê Kurd dixwaze hemû gelê Kurdistanê ku li cîhanê belav bûye mil bide êş û azarên Efrîn, Kobanî û Qamişloyê da neyên jibîrkirin.

Birîna Penaberiyê, stranek e li ser êş û azarên Efrîn, Kobanî û Qamişloyê. Hunermendê bi navê Heyder Jan ku ji Efrînê ye peyv û awaza strana "Birîna Penaberiyê" li bajarê xerîbiyê Stenbolê hem nivîsand û hem jî got. Heyder Jan li Sûriyê heta pola 6emîn dixwîne, ji ber debara malê dev ji dibistanê berdide û digel bavê xwe dest bi xebatê dike, di temenê xwe yê biçûk de. Beriya 4 salan jî ji ber şerê navxweyî yê Sûrî dibe penaber. Ev 4 sal in, ne diya xwe ne bavê xwe ne jî xwişk û birayên xwe nedîtine ji ber ku nikarî biçe Efrînê. Hunermend Heyder Jan dibêje, wî ev klîp çêkiriye ji bo ku Kurdên li hemû cîhanê bi êşa milletê xwe bihise û lê xwedî derkeve. 

Hunermendê Kurd ê Efrînî Hedar Jan li ser klîpa xwe ji K24ê re wiha axivî: "Navê klîpê "Birîna penaberiyê" bû. Ji ber ku milletê me penaber bû li hemû derî belav bû, em dixwazin vî klîpî pêşkêşî gelê xwe bikin. Da ku miletê me yê li derve li Ewropayê jî bi êşên miletê xwe bihise, zanibe milletê me pir êş û xemgînî dîtiye. Ne bes tenê li ser Efrînê çêkiriye, li ser Kobanî jî çêkiriye û li ser Qamişlo jî min bi nav û deng kiriye."

Digel Heyder Jan, hunermenda Bakurî Evîn Şahîn jî di strana li ser Efrîn, Kobanî û Qamişlo deng daye wek vokalîstekê. Ew dibêje, ji ber vê strana penaberiyê gelekî hestiyar bûye û dilê li ser Kurdên ku ji welatên koç kirine û di şeran de canê xwe ji dest dane dişewite. Lewma wê di strana Heyder Jan ya bi navê "Birîna Penaberiyê" de wek vokalîstekê deng daye. 

Hunermend Evin Şahîn dibêje: "Min vokalîstiya strana kekê Heyder kir. Ji bo vê yekê jî ez gelekî kêfxweş bûm û gelek jî hestiyar bûm. Ji ber ku ez jî penaberek im. Kesên li Tirkiyê dijîn penaberên nav sînor in. Birayên me û dayikên me, bavên me ku ji Sûriyê hatine ew jî penaberên derveyî sînor in. Ji bo wê jî ez ji bo wan gelekî xemgînim. Ji bo ti tiştî ne hewceye însan bêne kuştin. Divê mirov li cih û warê xwe bimîne, cih û warê xwe bijî û cih û warê xwe strana bibêjî."

Strana hunermend Heyder Jan ji sê beşan pêk tê. Beşa yekem li ser Efrînê, beşa duyem li ser Kobanî û beşa sêyem jî li ser Qamişlo ye. Heyder Jan vî klîp û stranê diyarî gelê Kurdistanê dike û dixwaze di demeke kin de ji penaberiyê rizgar bibe û vegere welatê xwe da ku karibe li wir hunera xwe berdewam bike.