Berhema Darîo Fo ji aliyê komek şanogerên Kurd ve hate verherandin

Berhema hunermendê navdar yê Îtalyanî Darîo Fo ya bi navê "BÊRÛ" ji aliyê komek şanogerên Kurd ve hate verherandin û li Enqera paytexta Tirkiyê cara yekem bi Kurdî derket pêşberî Şanohezan. Lîstika Hunermendî Îtalyanî ku rastî eleqeyek mezin hat ji derveyî Enqerê jî huner hez hatin temaşe kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Berhema hunermendê navdar yê Îtalyanî Darîo Fo ya bi navê "BÊRÛ" ji aliyê komek şanogerên Kurd ve hate verherandin û li Enqera paytexta Tirkiyê cara yekem bi Kurdî derket pêşberî Şanohezan. Lîstika Hunermendî Îtalyanî ku rastî eleqeyek mezin hat ji derveyî Enqerê jî huner hez hatin temaşe kirin.

Şanoya ji aliyê şanogerên Koma Têetra Jiyana Nû ve ku di sala 1991an de li Diyarbekirê hatiye avakirin, li Enqera paytexta Tirkiyê bi Kurdî derket pêşberî şanohezan. Ev lîstika bi navê "BÊRÛ" ji berhema hunermend û lîstikvanê navdar yê Îtalyan Darîo Fo yê ku sala 1997an de xelata nobelê ya wêjeyê vergirtiye hatiye wergerandin û bi şêweyekî kenawrî û polîtîk têkiliyên peredar, hikûmet û gel raberî temaşevana dike.

Derhêner û lîstikvanê şanoyê Nazmî Karaman merhalayên vê lîstikê ji Kurdistan24ê re rave kir û got: “Lîstik ya Darîo Fo ye. Me xwast li ser vê yekê vergerekî baş çê bikin û ev lîstik bê lîstin Îro jî em li Enqerê ne. Me hes kir em lîstikek wisa derxin. Ji berk u lîstika Kurdî ne tenê li serkeniyê ye. Derdê me çi ye em dixwazin çi binêjin loma me ev lîstik çê kir.”

Lîstikvanên Kurd ku ev bi salan e li seranserê Tirkiyê û Kurdistanê şanogeriyê dikin bal kişandin li ser zehmetî û kêşeyên li ser şanoya Kurdî.

Şanoger û lîstikvan Rûgeş Kirici dibêje: “Em dixwazin her tim wekû hemû komên şanoyên Trkiyê digerin em dixwazin bigerin lê mixabin cîh nadin me, wextê ku hîn dibin ku naverok Kurdî ye hîn zehmettir dibe bi xwedê.”

Şanoger û lîstikvan Emer Şahîn jî wiha axivî: “Şanoya Kurdî li her çar perçeyên de jî bi pirsgirêkan re jiyana xwe berdewam dike. Pirsgirêka herî mezin jî şanoyê de hêj jî pergalek ku em bejin hemû şanoger xwe tê de hîs bikin û kare xwe pergal bi pergal berdewam bikinhêj jî çê nebûye.”

Şanoya bi navê BÊRÛ ku cara yekem e li Enqerê tê lîstin eleqeyek mezin dît û ji derveyî Enqerê jî şanohez hatin temaşe kirin.

 Şanohez Gûlê Ozal Ulusoy derbarê şanoyê de got: “Ez ji Amedê hatim Enqerê min temaşe kir. Pir başe ez dibêjim serkeftin ji hemû hevalan re.”

Şanoger û şanohez hêvî dikin ku di demek nêz de dam û dezgehên çand û hûnerî yên Kurd carek din bên vekirin da ku zêdetir çalakiyên bi wî rengî bên lidarxistin