Lîstika bi navê Keçelok li Diyarbekirê bi kenê zarokan xemilî

Li Diyarbekirê di Şanoya Bajêr de lîstika bi navê Keçelok ku karaktereke navdar û rengîn ê çîroka Kurd e, hat pêşandan. Zarokan eleqeyeke baş ji bo lîstika Keçelok nîşan da û lîstikvanên şanoyê amaje kir ku di rûniştina zimanê dayîke de lîstikên şanoyê yên ji bo zarokan gelek girîng in.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê di Şanoya Bajêr de lîstika bi navê Keçelok ku karaktereke navdar û rengîn ê çîroka Kurd e, hat pêşandan. Zarokan eleqeyeke baş ji bo lîstika Keçelok nîşan da û lîstikvanên şanoyê amaje kir ku di rûniştina zimanê dayîke de lîstikên şanoyê yên ji bo zarokan gelek girîng in.

Karakterê navdar ê çîroka Kurd Keçelok, li Diyarbekirê bi lîstikeke şanoyê derket hember zarokan. Lîstika ku bi zimanê Hollandayê bi flemenkî hatiye amadekirin, ji aliyê nivîskar Kawa Nemir ve jî ji bo Kurdî hatiye wergerandin. Lîstik di Şanoya Bajêr de hat pêşandan û zarokan jî ligel dayîk û bavên xwe eleqeyeke baş nîşan da. Derhênerê lîstika Keçelok Cemîl Toksoz ku ew bi xwe li Hollandayê dijî amaje kir ku pêşandana lîstika wî ya li Diyarbekirê ji bo wî girîng û watedar e û da zanîn ku dema ew kenê zarokan dibihîze, gelek kêfxweş dibe.

Derhênerê Şanoyê Cemîl Toksoz li ser vê şanoyê ji K24ê re wiha axivî: "Gelek watedar e ku ev lîstik li Diyarbekirê tê pêşandan. Me di salên derbasbûyîn de li Diyarbekirê lîstika Şekspîr a bi navê Hamlet bi kurdî dabû pêşandan. Niha bi teybetî di van şert û mercan de pêşandana vê lîstikê ez gelek girîng dibinim"

Di lîstikê de tê vegotin ku keça padîşahê welatekî bi navê Dotmîr Sureya 5 sal in ku nakene û kesê ku bikare dotmîrê bikenîne jî dê bi zêr û cewahîran were xelatkirin. Ji bo vê yekê Keçelok dikeve nav hewildanê û serpêhatiyên di vê çarçoveyê de yên tên serê Keçelok tên vegotin. Lîstikvan Rêzan Kaya jî tîne zimên ku mezin bê şano bimînin jî divê zarok ji şanoyê nebin.

Şanoger Rêzan Kaya dibêje: "Li Diyarbekirê pêşandana lîstiken zarokan gelek qels e heta ku ez dikarim bejim tine ye. Hewildanên teybet hene lê ev yek jî têr nake. Ez dibêjim bila şanoya mezin nebe lê ji bo zarokan hebe. Dema zarok dibînin ku em di lîstikê de kurdî diaxifin li derve jî bi me re kurdî diaxifin. Dibêjin qey em kurdî nizanin."

Lîstika Keçelok  a ku bi taybetî ji bo zarokan hatiye nivîsandin, dê heta 29'ê Nîsanê rojên yekşemê di Şanoya Bajêr a Diyarbekirê de were pêşandan û paşê jî dê li bajarên wekî Êlih, Wan û Dîlokê derbikeve hember temaşevanan.