Kerem Serhedî pirtûka "Navdarên Kurdan" derxist

Di pirtûkê de 803 kesayetên navdar û dîrokî yên Kurd tê de cih digirin û 53 kesên navdar jî jin in.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Nivîskar û lêkolîner Kerem Serhedî pirtûkek bi navê Navdarên Kurdan nivîsiye ku 803 kesayetên navdar û dîrokî yên Kurd tê de cih digirin û 53 kesên navdar jî jin in. Kerem Serhedî amaje dike ku wî xwestiye ji nifşê nû re dewlemendiya dîroka Kurdan bide nîşan û xwedî li kesayetên dîrokî yên Kurdan were derketin ku gelek kes nizanin ew Kurd in.

Nivîskar û lêkolîner Kerem Serhedî piştî keda 5 salan di derbarê kesayetên Kurd ên dîrokî de berhemek bi navê Navdarên Kurdan amade kir. Kerem Serhedî dide zanîn ku ji dema xwendina wî ya dibistanê ve ji wî re bû ye xem ku xwedî li kesayetên navdar ên Kurd derbikeve ku gelek kesayetên Kurd wek Faris, Ereb an jî Tirk tên nişandan. Nivîskarê Kurd di dema nivîsîna pirtûkê de ji çavkaniyên dîrokî yên Kurdî, Tirkî, Erebî û Farisî sûd wergirtiye û ji Baba Tahirê Uryan heta kesayetên navdar ên roja me yên wek Serok Mesût Barzanî ku di dîroka Kurd û Kurdistanê de xwedî rolên girîng in kesayetên navdar di pirtûkê de cih digirin.

Nivîskar Kerem Serhedî ji K24ê re got: "Wexta ku ez di zankoyê de bûm, her wiha di lîseyê de jî me dixwend digotin; wêjevanên mezin ên wekî fizulî, wekî nabî vana hemu wek Tirk dihesibandin. Min dêna xwe daye min li ser berheman lêkolîn kir, yên farisî yên erebî heta yên Osmanî vana Kurd in. Weki Mele Goranî, Mele Goranî xelkê Diyarbekir e û Kurd e. Min got pêwîst e êdî ez vê mijarê zelal bikim."

Di pirtûka Kerem Serhedî ya bi navê "Navdarên Kurdan" de 53 kesayetên navdar ên jin ên Kurd ên wek Meryemxan, Fata Reş, Zarîfe Xanim jî cih digirin. Kerem Serhedî tîne zimên ku di dîroka Kurdan de mirov bi hêsanî dikarin bibînin ku civaka Kurdan girîngiyeke mezin daye jinan û jin jî di mijarên leşkeri, siyasî olî û civakî de xwedî helwestên bibandor in.

Nivîskar Kerem Serhedî dibêje: "Berê ku 2 eşîran li xistibana, şer bikirana ti kesî nedikarî ji hev veqetandana. Lê jinek bihata laçka xwe biavêta navbera wan ew şer disekinî. Çiqas xelkê şer bikira û mêr bikuştana findoqek jî li jinan nedidan. Ango din ava Kurdan de qedir û rûmet û hirmeta jinan zehf zêde ye."

Di Pirtûka ku ji 296 rûpelan pêk tê de 803 navdarên dîrokî yên Kurd cih digirin û di dawiya pirtukê de jî albumeke wêneyan jî heye. Kerem Serhedî bang li nifşên nû dike ku kesên dîroka xwe nezanin dê nekaribini pêşiya xwe bibînin û bimeşin û pêwîste ciwanên Kurdan jî di qadên jiyanê de ji dîroka dewlemend a Kurdan sûdê werbigrin ji ber vê yeke jî navdarên Kurdan mîrateke hêja û girîng li dûv xwe hiştin e.