Efsaneya sînema Hindî Şaşî Kapûr koça dawî kir

Şaşî Kapûr, efsaneya sînema Hindî, di 79 saliya xwe de, bi sedema nexweşiyê koça dawî kir.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şaşî Kapûr, efsaneya sînema Hindî, di 79 saliya xwe de, bi sedema nexweşiyê koça dawî kir.

Şaşî Kapûr, beşdarî di dehan filmên Hindî de kiriye wek filmê "Dîwar" û "Kabhî Kabhî", herweha Şaşî yek ji endamên malbata Kapûr e, ku li Hindê di karê sînemê de navdar e.

Şaşî Kapûr ku filmên wî di salên heştêyî de ji sedsala derbasbûyî binav û deng bûn, gellek xelatên cuda li welatên xwe bidest xistiye, ji bilî beşdariya wî di filmên Hindî de, wî di çend filmên Birîtanî û Amerîkî de jî beşdarî kiriye.

Di salên vê dawiyê de rewşa tendirustiya Şaşî Kapûr têk çû, ku di encamê de li nexweşxaneyê koça dawî kir.