61 saliya Ehmed Kaya ye

Hunermend, têkoşer û evîndarê welat, mirovahî û aştiyê Ehmed Kaya, 28'ê Cotmeh a 1957an li Meletî ya bakurê Kurdistanê jidayik bû...

K24 – Navenda Nûçeyan

Hunermend, têkoşerê û evîndarê welat û mirovahî û aştiyê Ehmed Kaya, 28'ê Cotmeh a 1957 li Meletî bakurê Kurdistanê jidayik bû û di pazdeh saliya xwe de derbasî Stenbolê bûn e.

Albumên wî di salên dawiya 80'ê û seranserê 1990ê ji çepgir heta oldaran bala hemû aliyan kişandiye û bûye dengê serhildana bindest, kedkar û hejaran. Berxwedaniya zîndan û derve, neqebûlkirina sitem û zordarî, daxwaza aştî, aramî û evîndarî di dengê wî de jîn dibe.

Hê şeş salî bû, bavê wî sazek diyariya wî dike û bi têlên sazê re dibe dost. 15 saliya xwe de tevî malbatê diçin Stenbolê wek gelek Kurdistaniyan. Hê 16 saliya xwe de dîwarên sar yên zîndanê nas dike, jiber ku diruşmên dijî sîstemasitemkarî bilind kirine.

 1984'ê yekemîn Albuma xwe ya bi navê "Axlama Bebegim" derdixe. Piştî salekê albumeke din û bi giştî zêdetirî 20 albuman.

Her çiqas wek şoreşger û hunermendekî Tirkiyeyî dihat naskirin jî, hesreta wî ya welat û Kurdîniyê jî wek pêlek di hundir de mezin dibe.

Ber bi salên 2000'ê got, ew dixwaze straneke Kurdî belav bike. Lê pêla nijadperestiyê li Tirkiyê pir bilind bibû ku di şahiyekê de kêmek ma ji hêla hunermendên qaşo ve kêmek ma were kuştin. Doz hatine vegirin, sizayên dehan salan hatin xwestin û gefên kuştinê hatin xwarin.

Neçar ma û derket derve û li Parîsê bicîh bû. Ew li Fransa lê heş û bîr û hizr li welat bû, digel hejar û bindestan.

 Ehmed Kaya, 16'ê Mijdara 2000'ê, du sal piştî sirgunê li Parîsê jiber nexweşiya seretanê koça dawî kir. Hê çilûsê salî bû û li pişt xwe 20 album, dehan mûzîkên fîlman û bandoreke mezin li ser civakê hîşt.

Ehmed Kaya ku neçarî sirgunê ma û ji mirinê bi zehmetî rizgar bû, sala 2013'ê bi Xelata Hunerî û Çandî ya Serokomariya Tirkiyê hat xelatdarkirin.

Lê Ehmed Kaya ku beriya 14 salan ev dîtibû û gotibû. Eger ku hin girîngiyeke didin hunermendan, di jiyana wan de bidin, ne ku piştî koça dawî kirin.

 

 

C.B