Li Stenbolê pêşangehek li ser parastina mafê mirovan

Li Stenbolê ji aliyê Rêxistina Lêborîna Navnetewî ya Tirkiyeyê ve pêşangehek li ser parastina mirovan hat vekirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li Stenbolê ji aliyê Rêxistina Lêborîna Navnetewî ya Tirkiyeyê ve pêşangehek li ser parastina mirovan hat vekirin. Di vê pêşangehê de berhemên 26 hunermendan tê nîşandayîn û ev berhem ji tablo, peyker û vîdeoyan pêk tê. Ev pêşangeh dê heta dawiya vê salê berdewam be.

Rêxistina Lêborîna Navnetewî ya Tirkiyeyê bi mebesta 70.mîn sala ragihandina danezana mafê mirovan pêşangehek vekir. Di vê pêşangehê de berhemên 26 hunermendan têne nîşandan û ev berhem ji tablo, vîdeo, îlustrasyon, peyker û kolajan pêk tê. Di van berheman de rewşa mirovên ku mafê wan hatin binpêkirin, hişyariya li ser parastina mafê mirovan çêbûyî û gelek mijarên girêdayî vê babetê tê pêşberî welatiyan. Li ser vê pêşangehê Rêveberê rêxistina Lêborîna navnetewî yê Tirkiyeyê Andrew Gardner ragihand van salên dawiyê de li gelek welatên dinyayê binpêkirina mafê mirovan zêde bûye û bi rêya vê pêşangehê jî ew vê rewşê didin nîşandan.

Rêveberê rêxistina Lêborîna navnetewî yê Tirkiyeyê Andrew Gardner ji K24ê re got: '' Di warê parastina mafê mirovan de van salên dawiyê gelek pêşveçûn nîne û li gelek welatan rewş xeraptir bûye.Heta ku êdî gelek hikûmet li ber binpêkirinên mafê mirovan bêdeng mane.Di vê rewşa niha de giringiya van pêşangehên wiha zêdetir dibe.''

Welatiyên ku serdana pêşangehê jî dikin radgihînin ku bi rêya van pêşangehan zêdetir mirov bala xwe didin ser parastina mafê mirovan û pêwîste ev çalakî berdewam bin.

Ev pêşangeha ku ji aliyê rêxistina lêborîna navnetewî ya tirkiyeyê ve tê rêvebirin û giringiya parastina mafê mirovan tîne pêşberî me dê heta dawiya vê salê berdewam be