Hêmin Mokiryanî rewşenbîrên Rojhelat kom dike

Di sala 1986 li bajarê Ormiyê koça dawî kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Yekemîn festîvala helbestvanê Kurd Mihmed Emîn Şêx El-Islam yê navdar bi "Hêmin Mokiryanî" li bajarê Mihabadê bi rê ve çû.

Li bajarê Mihabadê bi beşdariya hejmareke mezin ji nivîskar, rewşenbîr ji navçeyên Rojhelata Kurdistanê weke Ormiye, Kirmaşan, Îlam û Sine yekemîn festîvala helbestvanê Kurd Mihmed Emîn Şêx El-Islam yê navdar bi "Hêmin Mokiryanî " bi rêve çû.

Di festîvalê simînar û lêkolîn derbarê helbest û wêjeya Hêmin Mokiryanî yê ku, di sala 1921 de li bajarê Mihabadê jidayikbûye hate gengeşe kirin, simînar bi her du zimanê Kurdî û farisî hatin pêşkêşkirin.

Helbestvanê Kurd "Hêmin Mokiryanî" li bajarê Ormiye sala 1986an koça dawî kiriye.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d1ac13e7-62c6-4c6e-9001-9699af280b59/festivali%20mamosta%20hemn.ism/manifest