Live TV RADIO

KURDISTAN24

  • Erbil
  • -
  • Türkçe
  • |
  • English
  • |
  • Kurdî
  • |
  • فارسی
  • |
  • عربي
  • |
  • كوردی
KURDISTAN 24
  • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiye
    • Îran
    • Sûriye
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
  • Aborî
    • Kurdistan
    • Cîhan
  • Werziş
    • Kurdistan
    • Giştî
  • Çand
    • Muzîk
    • Sînema
    • Pirtûkxane
    • Şano
    • Helbest
  • Magazîn
    • Tenduristî
    • Geştyari
    • Teknelojiya
    • Giştî
    • Jîngeh
  • Hevpeyvîn
    • Siyasî
  • Gotar

Derbarê Me | Peywendî  | Appên | Derfatên kar

Pirtûkxane

Gundekî Diyarbekirê bi asta xwe ya xwendinê navdar e

Kurdistan24 Hewlêr Kurdistan24 Hewlêr |


 

K24 – Diyarbekir

Li Bakûrê Kurdistanê, bi hêsanî mirov nikare bibîne ku li gundan asta perwerdehiyê bilind be. Lê berovajiyê vê yekê, li Gundê Bîrsînê yê girêdayî Diyarbekirê, çanda perwerdehiyê bi pêş ketiye ku heta welatiyek ji vî gundî niha di Saziya Lêkolînên Fezayê ya Amerîkayê NASA'yê de dixebite. Ji Gundê Bîrsînê 73 bijîşk 110 parêzer, 250 mamoste û endazyarên firokeyan derketine.

Ev der Gundê Bîrsînê yê Diyarbekirê ye ku bi taybetmendiya xwe ya di warê perwerdehiyê de gelek navdar e. Li Gundê Bîrsînê ji 7 saliyan heta 70 saliyan welatî girîngiyê didin xwendin û nivîsandinê û ji %80 yê ciwanên vî gundî yan amadekariya zaningehê dikin an jî di zaningehekê de xwendekar in. Xwendekarên gund ji biçûkan heta mezinan di serdema havînê de dema dibistan tên girtin jî ji xwendinê bêpar namînin û li dibistana gund xebatên xwe yên perwerdehiyê didomînin. Muxtarê Gundê Bîrsînê Ergul Tekeş jî li zanîngeha beşa îktîsadê xwendî ye û dide zanîn ku dema di navçeyan de dibistan nebû, gundê wan xwedî dibistan bû.

Muxtarê Gundê Bîrsînê Ergul Tekeş ji K24ê re got: "70 sal berê gundiyên me bi derfetên xwe dibistanek ava kirin ku wê deme li navçeyên derdorê jî hîn dibistan nebû. Ji wê deme pê de bala gundiyan li ser xwendinê çêbû. Ji ber ku mirovên me jîrek in jî asta perdeye li vir gelek pêş ket."

Ciwanên Gundê Bîrsînê dema vedigerin gund, li aliyekî bi kar û barên rojanê yên gund ve mijûl in li aliyekî jî amadekariyên serdema nû ya zaningehê didomînin. Xwendekarên gund amaje dikin ji ber ku mezinên wan girîngî dane perwerdehiyê, ev yek ji wan re jî bûye mînak û xwendin di jiyana wan de ciheke girîng digire.

Gundê Bîrsînê heta niha 73 bijîşk, 150 parêzer, 250 mamoste û gelek endazyarên firokeyan derxistiye û heta Ûmût Yildiz jî ku ji vî gundî ye, niha di Saziya Lêkolînên Fezayê Ya Amerîkayê NASA'yê de dixebite. Gundiyên Bîrsînê bang dikin ku ew dixwazin gundê wan ji gundê derdorê re jî bibe mînak û ji bo perwerdehiyê girîngî bê dayîn.

 

Wêneyê Peywendîdar
Nûçe Peywendîdar
24 Demjimêr Berê
01 Roja Zimanê Zikmakî yê Cihanê û rewşa zimanê Kurdî
02 Kerem Serhedî pirtûka "Navdarên Kurdan" derxist
03 Piştî mirina Cemîl Ratib, ola wî hat zanîn
04 Zarokên penaber û fêrbûna zimanê Kurdî
05 Navdarên Kurd: Cegerxwîn
06 Selîm Temo bi helbestê pêşwaziya Buharê dike
Heftiya Borî
01 Kerem Serhedî pirtûka "Navdarên Kurdan" derxist
02 Nûredîn Zaza di sedsaliya jidayikbûna xwe de li Siwêdê bibîr hat
03 Sed sal di ser jidayikbûna Dr.Nûredîn Zaza re derbas dibe
04 Nivîskar Qahir Bateyî “Rêbera Sê Zimanî” weşand
05 Roja Zimanê Zikmakî yê Cihanê û rewşa zimanê Kurdî
06 Navdarên Kurd: Cegerxwîn
Meha Borî
01 Navdarên Kurd: Melayê Cizîrî an Mela Ehmedê Cizîrî
02 Jan Dost, Êşa Efrînê dike roman
03 Kerem Serhedî pirtûka "Navdarên Kurdan" derxist
04 Nûredîn Zaza di sedsaliya jidayikbûna xwe de li Siwêdê bibîr hat
05 Mezher Xaliqî: Kultura Kurdî yek ji dewlemendtirîn kultura cîhanê ye
06 Xenî Mîrzo amûreyên mûzîkê diyarî zarokên hejar dike
Herî li pêş
    Gotar
    Kî Erdoxançîye, PDK yan PKK?
    Hema ji sala 1999 a û vir de dema ku A.Ocalan hatî desteserkirin û vir de, mirov çend rûdan û helwestan li bin hevûdu rêz bike, dê aşkera bibe ka kî Erdoxançî û Turkçî ye
    Kî Erdoxançîye, PDK yan PKK?
    Selîm Giresorî
    Nûredîn Zaza: Rewşenbîr, siyasetvan û mirov
    Omar Şêxmûs:
    Nûredîn Zaza: Rewşenbîr, siyasetvan û mirov
    Tirkiye ji Soçî destvala vegeriya?
    Cemal Batun:
    Tirkiye ji Soçî destvala vegeriya?
    Hemû parçeyên Kurdistanê divê ji hiqûqa hevdu re rêz bigrin
    İbrahim Gûçlû:
    Hemû parçeyên Kurdistanê divê ji hiqûqa hevdu re rêz bigrin
    Dîroka Rexne ya Edebî li Devera  Badînan
    Rebî Zêbarî:
    Dîroka Rexne ya Edebî li Devera Badînan
    • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiyê
    • Îran
    • Sûriyê
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
    • Baş
    • Aborî
    • Werziş
    • Çand
    • Magazîn
    • Hevpeyvîn
    • Gotar
    • Xizmet
    • Frequency
    • Zindî
    • Appên
    • RSS
    © Copyright 2019 Kurdistan 24 – All rights reserved

    Nexşeya Malperê | Siyaseta Parastina Nehêniyan | Derbarê me | Pêwendi  |  Derfatên kar


    Nexşe danin û Pêk anin: AwroSoft (AP.)