Hunermende Aydin Aydin klîb a xwe li Colemerge kishand

Hunermendê Colemêrgî Aydin Aydin ku bi klîbên xwe yên balkêş di nav qada hunerî de balê dikişîne; klîba xwe ya dawî li Colemêrgê kişand. Hunermend di vê klîbê de bal kişand ser ajalên kovî û çiyayên Colemêrgê û bi pezkoviyekê re klîba xwe kişand. Aydin Aydin bang li welatiyan kir ku xwedî li ajalên kovî derkevin.

K24- Amed

Hunermendê Colemêrgî Aydin Aydin, di her klîba xwe de balê dikişîne ser peyameke civakî û bi van klîbên xwe bala gelek mirovan dikişîne ser hunera xwe. Aydin Aydin vê klîba xwe jî ji bo danasîna Colemêrg û çiyayên wê kişand û bi pezkoviyekê re derket hember kamerayan. Aydin Aydin got; em ê taybetiyên erdnîgariyê yên havîn û zivistana Colemêrgê derxin pêş.

Aydin Aydin-Hunermend, got:"Ez jî dibêjim, em van ajalan nekujin. Ew jî rengên van çiyayan in, em ê lê xwedî derkevin. Ew mirovên ku heta niha van ajalan kuştine, bila ji niha û bi şûn ve nekujin. Ew jî parçeyek ji jiyana me ne. Em hêvî dikin bi vê klîbê dê bal bê kişandin ku êdî ev pezkovî neyên kuştin."

Navê strana ku klîba wê hat kişandin; "Paytexta Çiyayan Colemêrg" e. Li gorî mamosteyê Navenda Perwerdehiya Gel a Navçeya Çelê Hafiz Kiliç dibêje; bi saya vê klîbê dê xelk taybetiyên erdnîgarî û yên herêmî yên Colemêrgê bi hev re bibîne û nas bike.

Hafiz Kilîç-Mamoste, got:"Bi rengê xwe, em ligel xwendekarên xwe hatin vê derê û me klîbeke gelek rengîn û xweş kişand û em ji vê klîbê gelek memnûn in."

Li gorî hunermendê Kurd dibêje; peyama vê klîbê parastina ajalên kovî û xwedîderketina li wan e. Digel peyama ku hunermen li ser parastina ajaldariyê dide; taybetiyên xwezayî û gelêrî yên Colemêrgê jî bi vî awayî derdixe pêş.