Xwişka Heyfa Wehbî: Hewlêr bajarê zêran e

Xwişka Hunermenda bi navûdeng ya Libnanî Heyfa Wehbê, Rola Yemot girtevîdyoyeke xwe li firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî belav dike û dibêje: “Hewlêr bajarê zêran e”

K24 – Navenda Nûçeyan

Xwişka Hunermenda bi navûdeng ya Libnanî Heyfa Wehbê, Rola Yemot girtevîdyoyeke xwe li firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî belav dike û dibêje: “Hewlêr bajarê zêran e

Numayişkara çilûbergan û stranbêja Libnanî Rola Yemot, ku di heman demê de xwişka Hunermenda bi navûdeng ya Libnanî Heyfa Wehbê ye, girtevîdyoke xwe li firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî belav dike û li ser tûra pêwendiyên civakî nivîsiye: “Hewlêr bajarê zêran e”

Rola Yemot ku berê navê “Şahzadeya Arandinê” bidest xistibû, piştî ku wêneyên xwe li kovareke Erebî belav kiribû, dest bi weşandina wêneyên xwe li çendîn kovar û tûra pêwendiyên civakî kiriye.

Rola Yemot ku pêwendiya wê bi xwişka xwe Heyfa Wehbê re ne baş e, çend staranên xwe jî tomar kirine.