Ji jinên Penaber ên ji Sûrî konserteke newaze

Li Tirkiyê koroyeke ku ji aliyê afredên penaber yên ji Kurd, Ereb û Tirkmenan ve hatî damezrandin konserteke newaze da. Koroya afredên ji Sûrî bi zimanê Kurdî, Tirkî û Erebî li dijî tundûtûjiyê stranên xwe pêşkêşî mûzîkhezan kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li Tirkiyê koroyeke ku ji aliyê afredên penaber yên ji Kurd, Ereb û Tirkmenan ve hatî damezrandin konserteke newaze da. Koroya afredên ji Sûrî bi zimanê Kurdî, Tirkî û Erebî li dijî tundûtûjiyê stranên xwe pêşkêşî mûzîkhezan kir.

Xwendavan, mamoste, nojdar û bermalî; 28 afred beriya 2 salan hatin ba hev û koroyeke mûsîkê damezrandin.

Hemû jî ji ber şerê li Sûriyê ji welatê xwe berev Tirkiyê ve koçber bûne. Afredan bi alîkariya rêkxistina sîvîl ya bi navê weqfa pêşxistina alîkariyên mirovî ev koro damezrandine û navê koroya xwe jî kirine "Koroya afredên ji Sûrî". Koroyê, konserta xwe ya yekem par meha Gulanê li darxistibûn û konserta xwe ya dûyem jî îsal di 8ê Adarê de ji bo roja afrredên karker ya cîhanî li Stenbolê lidarxistin.

Karbidesta koroyê Ayşegûl Yordam got: ew ji ber vê konsertê gelekî bi kelecan in. Yordam got: “Ev nêzî 2 sale em bi hevre dixebitin. Ji bo me ne girînge ka em ji ku hatine an jî ji kîjan welatî ne; ya girîng ew e ku em dest bidin hev û tiştên ku em dikarin bikin nîşanî mirovan bidin. Emê îşev vê nîşanî we bidin.”

Endamên koroyê yên bi eslê xwe ji Kurd, Ereb û Tirkmenan pêk tên bi zimanê Kurdî, Erebî û Tirkî pêşwazî li temaşvanên xwe kirin û herwiha koroyê bi stranên ji her sê zimanan dilê temaşvanan şad kirin.