Nûredîn Zaza di sedsaliya jidayikbûna xwe de li Siwêdê bibîr hat

Li Pirtûkxaneya Kurdî li Stockholmê paytexta Siwêdê çalakiyek bi boneya 100 saliya jidayikbûna rewşenbîr û siyasetmedarê Kurd Nûredîn Zaza birêve çû.
kurdistan24.net

K24 – Stockholm

Li Pirtûkxaneya Kurdî li Stockholmê paytexta Siwêdê çalakiyek bi boneya 100 saliya jidayikbûna rewşenbîr û siyasetmedarê Kurd Nûredîn Zaza birêve çû.

Çalakî bi amadebûna hejmarek ji kesayetî, nivîskar, rojnamevan û çalakvanên Kurd ên li Siwêdê birêve çû.

Di daxuyaniyekê bo K24ê de hevalê Nûredîn Zaza, Omer Şêx Mûs kurteyek li ser jiyan û çawaniya destpêkirina jiyana siyasî ya Nûredî Zaza got û Nûredîn Zaza bi kesayetiyekî Bakur û Rojavayê Kurdistanê binav kir.

Şêx Mûs dibêje: Her çend e Nûredîn Zaza ji Bakurê Kurdistanê ye, lê damezrênerê yeke partiya siyasî ya Rojavayê Kurdistanê bû.

Dr. Nûredîn Zaza di 15 Sibata sala 1919an de li gundê Madenê li Bakurê Kurdistanê jidayik bûye û li gel birayê xwe Dr. Ehmed Nafiz sergûnî Sûriyê bûye û piştî gelek astengî û xebateke dirêj di ber mafê gelê Kurd de, li Lozana Siwêsrayê cih girt û di 7 Cotmeha sala 1988an de koça dawî kir û li goristana Lozanê bi axê hate sipartin.