Zubêr Salih li ser helbestên Cizîrî nerdewam e
K24 – Almanya
Hunermendê Kurd Zubêr Salih ku ev demeke dirêj e li Almanyayê dimîne, dê di sala nûh û werzê Buhara bê de mijûlî tomarkirina çend stran û amadekirina klîpan be. Zubêr bi xwe awaz û peyvên piranya stranên xwe çê dike û gelekî bi helbestên Melayê Cizîrî navdar e û vê carê jî dê çend helbestên wî Mela bibêje.
Zubêr bi piranî ji helbestên Xwe stranan çê dike. Lê vê carê straneke nuh ji gotin û awazên hunermend Xoşnav Têlo jî tomar kiriye. Zubêr dibêje: “Bingeha her straneke min gerek e bi sazê yan tembûrê dest pê bikim.“ Ew dibêje jî, wî herdu cureyên mûzîka klasîk û ya nûjen jî derbasî albomê xwe kiriye.
Zubêr salih nêzî 360 stran, lawik û kilamên evînî û niştîmanî çê kirine û stylê klasîkî derbasî nava piranîya berhemên xwe kiriye.