Seyadê Şamê.. Ji Bazîda Kurdistanê heta Sîbîryayê jiyaneke 70 salî

Jiyana dengbêjê Bazîdî Seyadê Şamê bû mijara dokûmeteriyekê. Seyadê Şame, di jiyana xwe de gelek zehmetiyan dibîne, dikeve zindanê, ji zindanê di reve û berev Sîbîryayê ve penaber dibe. Herwiha piştî salên dirêj bi saya radyoya Rewanê dengê xwe digehîne malbata xwe. Seyadê Şamê piştî êş û azara 47 salan di sala 1992an de li xwerîbiyê diçe ser dilovaniya xwe.

K24 – Stenbol

Dengbêj Seyadê Şame, di sala 1922an de li Bazîdê hatiye dinyayê. Di sala 1942an de belasebep bi tohmeta sîxurtiyê dikeve zindanê û paşê ji zindanê fîrar dike û jiyana wî ya penabertiyê despê dike.

Seyadê Şamê pêşî berev Anatolyaya Navîn, piştre jî berev Îran û Sîbîryayê ve tê mişextîkirin û piştî ku di sala 1992ê de diçe ser dilovaniya xwe ev jiyana wî ji aliyê birayê wî Veysel Çamlibel ve wekî pirtûk tê çap kirin.

Birayê Seyadê Şamê Veysel Çamlibel ji K24ê re wiha axivî: "Gelek meseleyên nebuyî tê serê Seyadê Şame. Min jî gelek belge anî ba hev û li ser jiyana wî pirtûk nivîsand di sala 1998an de."

Derhêner û senarîstê Kurd Keremo jî pirtûka bi navê "Qulingê Birîndar" wekî dokûmeteriyê amade dike. Ev dokumeterî jî li Stenbolê bi rêya galayekê hate nîşandan. Derhêner û Senarîst Keremo ji K24ê re got: "Aliyekê Seyadê Şame êş e, azar e, şkence ye, penaberî ye, mirin e, heps e, zindan e; lê aliyê din jî evîn e, govend e, dîlan e, stran e, dahol û zirne ye. Ev jî tê wê wateyê ku jiyana Seyadê Şame eynika milletê Kurdaye."

Dengbêj Seyadê Şame 47 salan ji malbata xwe û ji evîna xwe dûr li xeribiyê dijî û piştî salên dûvedirêj bi dengê xwe yê zelal û bi stranên xwe yên dilsoj dengê xwe digehîne malbata xwe û evîna xwe ya pêşî; ya ku 47 salan li benda wî maye.

Dokûmenteriya ku ji aliyê beşdarên galayê ve jî rastî eleqeyeke mezin hatî, festîvala filman a Dihokê jî di navde wê di gelek festîvalên filman de jî bê nîşandan.