Sînema Yekemîn mihrîcana Sînemayê li Qamişlo

 

K24 – Qamişlo

Di bin navnîşana “Sînema Neynika Jiyanê ye û Rehjeniya Gelan e” Mihrîcana Qamişlo ya sînemeya navdewletî ya yekem li bajarê Qamişlo dest pê kir. Nêzî 10 welatên cîhanê bi hin fîlmên curbecur beşdariya mihrîcanê kirine û ev dibe yek ji pîvanên ku mihrîcan bi navê navdewletî bête nasîn. Yek ji supirîzên mihrîcanê jî, sînemeya zarokan e ku yaneya Qamişlo ya Sînema guhdaneke taybet bi wan dide.

Li Rojavayê Kurdistanê tevgera sînema û şanoyê roj bi roj geş dibe, lê hin pirsgirêk hene ku dibe sedema ne pêşketina vê hunerê wek tunebûna holên taybet bi sînemayê û kêmbûna berhemên nivîskaran di warê sînaryo û nivîsandina taybet ji bo şano û sînemayê.

Komîta amadekar ya mihrîcana navhatî ku ji aliyê yaneya Qamişlo ya sînema ve bi rê ve diçe, dibêje ku armanca wan ew e ku ev mihrîcan bibe bingeha avakirina sînemeya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, nemaze ku nêzî 60 fîlmî ji hin welatên mîna Misir, Tirkiyê, Libnan û Okraniya gihiştine wan û tenê 30 fîlim hatine hilbijartin û li Qamişlo û Dêrik, Tirbespiyê, Rimêlan û Amûdê dê bêne nemayişkirin.