Ava Reş-3 (Midyad-Nisêbîn)*

Ava Reş ji başûrê Midyadê, ji navbera Dalîn (Sivrice), Hevêrîn (Çaldere) û Nibilê (Toptepe) dest pê dike. Ava Sipî jî ji Serê Ava Sipî (Beyazsu, mezra Dalînê ye) dest pê dike, di navbera cîyên ku her du çem jê derdikevin de 10 km heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji aliyê Abdurrahman Onen

Ava Reş ji başûrê Midyadê, ji navbera Dalîn (Sivrice), Hevêrîn (Çaldere) û Nibilê (Toptepe) dest pê dike. Ava Sipî jî ji Serê Ava Sipî (Beyazsu, mezra Dalînê ye) dest pê dike, di navbera cîyên ku her du çem jê derdikevin de 10 km heye.

Piştî Serê Ava Sipî bi du kîlometre nîvan (2,5 km), li bakurê Sirînckê (Düzce) ev her du çem (Ava Reş û Ava Sipî) digîhêjin ser hev. Qutbê (Yelekli, mezra xerabê Mişkan) li başûrê rojhilat û Hop (Taşlıca, mezra Kelehê) li başûrê rojhilatê vê deverê dimînin.

Ji vir pê ve êdî navê çem Çemê Bûnisra (Çemê Çeqçeqê) ye, lê di nav gel de wek Çemê Sipî jî tê bikaranîn. Li ser vî çemî Bendava Çeqçeqê (Çağçağ Brajı) hatiye çêkirin.

Li ser vî çemî deverên bindarûkê (piknik) hatine çêkirin, ji derdoreke berfireh mirov diharin li wir digerin, li qiraxa çem bêhn vedidin, dixwin û vedixwin.

Çemê Bûnisra (Çeqçeq, Ava Sipî) di nav Nisêbînê re derbas dibe û derbasî Binxetê (Rojava) dibe.  Di nav Nisêbînê de li ser vî çemî Pira Almanan heye.

Ava Reş, piştî ku Nisêbînê derbas dike, dikeve nav Qamişloyê û paşê jî digîhêje ser Çemê Feratê.