Li Kobanê yekemîn pirtûkxaneya giştî tê vekirin

Xebat Findê xewna bavê xwe nûjen dike û pirtûkxaneyekê li bajarê Kobanê vedike.
kurdistan24.net

 

K24 – Kobanê

Xebat Findê xewna bavê xwe nûjen dike û pirtûkxaneyekê li bajarê Kobanê vedike. Li gor xebat Findê berî 70 salî yekemîn pirtûkxane, bavê wî li kobanê ava kir bû li ji ber rewşa siyasî û nejedpirastiyê pirtokxane hate girtin, lewra piştî ku derfet hatin peydakirin careke din wî xwest pîrtokxanakê veke û navê bavê xwe "Findê" lê bike.

Di Pirtûkxanê de nêzî 4 hazar pîrtok bi zimanên Kurdî, Erebî, û Ingilêzî hene û ji bajarê Helebê û Qamişlo her wiha ji Başûr û Bakurê Kurdistanê hatine peydakirin.

Xebat Findê ji K24ê re got, ku wî gelek astengî dît ta ku karibû vê hijmarê ji pirtûkan peyda bike, her wihe ew hewl dide ku pirtûkxana xwe bi pirtûkên Kurdî yên zanistî û dîrok dewlemend bike.

Li bajarê Kobanê ev pirtûkxaneye wek ya yekemîn tê nasîn ji ber ku berî nihe hin pîrtokxane dihatin avakirin li tenê di warê fermî de an jî di warê sazîyan de bû û ne ji bo firotinê an jî giştî bû.