Hunermenda Kurd di rola sereke li filmê Holywood de

Hunermenda Kurd Belçim Bilgin dê di filmê Backstabbing for Beginners a derhenêr Per Fly de ligel akterên navdar Ben Kingsley û Theo James rola sereke bilîze

K24 – Navenda Nûçeyan

Hunermenda Kurd Belçim Bilgin dê di filmê Backstabbing for Beginners a derhenêr Per Fly de ligel akterên navdar Ben Kingsley û Theo James rola sereke bilîze.

Bilgin di filmê ku drama ye,  dê rola jin a bi nave Naşîm a ku werger e bilîze.

Film di 7ê Îlonê de dikeve nîşandanê û di film de herweha akterên wekî Jacqueline Bisse, Rossif Sutherland, Rachel Wilson û Brian Markinson ên xwedî ezmûn jî bilîzin.

Belçim Bilgin ji bakurê Kurdistanê ye û di filmên derhenerê Kurd Huner Selîm de jî lîstiye. Bi derhênerê Kurd Yilmaz Erdogan re zewiciye. Kûrek wan bi nave Rodîn heye.

 

 

C.B